Îsraîlê êrîşî derdora Şamê kir
Ajansa fermî ya hikumeta Şamê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyekî leşkerî, ragihand ku saet derdora 01:30`an piştî nîvê şevê, Îsraîlê ji Colanê bi fûzeyan êrîş kiriye ser hin noqteyên li derdora...

Ajansa fermî ya hikumeta Şamê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyekî leşkerî, ragihand ku saet derdora 01:30`an piştî nîvê şevê, Îsraîlê ji Colanê bi fûzeyan êrîş kiriye ser hin noqteyên li derdora Şamê, di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne. Heman ajansê diyar kir ku pergala wan a parastina asîmanî bersiva êrîşê daye û hin moşek xistine xwarê.
Bi salan e ku li dijî navend û deverên ku wekî cihên komên girêdayî Îranê pênase dike, êrîşan pêk tîne. Ji salên destpêkê yên aloziya Sûriyeyê ve hêzên alîgirên Îranê û Hizbullah a Lubnanê, ji bo piştgiriya hêzên hikumeta Şamê, li gelek herêmên Sûriyeyê bi cih bûne.
Hefteya borî jî Îsraîlê êrîşî Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê kiribû, ji ber êrîşê balafirgeh 2 rojan ji xizmetê derketibû.


