Îsraîlê du bajarên Sûriyeyê bombebaran kir

Îsraîl êrîşên xwe yên li dijî Sûriyeyê berdewam dike.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Îsraîlê du bajarên Sûriyeyê bombebaran kir

Îsraîl êrîşên xwe yên li dijî Sûriyeyê berdewam dike. Li gorî çapameniya Sûriyeyê, di saetên serê sibehê de, Îsraîlê ji aliyê bakurê Lubnanê ve li dijî gundewarên bajarên Tartûs û Hemayê yên Sûriyeyê êrîşên bi moşekan pêk aniye. Di êrîşê de 3 leşkerên rejîmê birîndar bûne.

Beriya heftiyekê jî Îsraîlê êrişî Balafirgehan Helebê kiribû û balafirgeh ji xizmetê derketibû.

Ji destpêka salê ve ev êrîşa 5`emîn a Îsraîlê ye ku li Sûriyeyê pêk tîne.