Îşkenceya bênavber a li Îmraliyê: Tecrîd
Piştî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hate kirin, tecrîda li girtîgehên Tirkiyeyê bi rêk û pêk bû.

Piştî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hate kirin, tecrîda li girtîgehên Tirkiyeyê bi rêk û pêk bû. Beriya ku Abdullah Ocalan bînin Tirkiyeyê, girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê veguhastin girtîgehên cuda û piştre jî girtîgeh ji nû ve hate avakirin. Welê lê kirin ku tenê girtiyek karibe lê bê ragirtin. Ocalan di parêznameya xwe ya 5'emîn de ku bi navê Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk weşand, li ser Girtîgeha Îmraliyê detayeke bi vî rengî dida: "Îmrali weke girtîgeheke ku cezayê li rayedarên payebilind ên dewletê dihate birîn, lê dihate bicihanîn û bi vî rengî navdar bû. Avhewaya xwe hem gelekî bi nêm e, hem jî hişk e. Ji aliyê fîzîkî ve dikare mirovan têk bibe. Tecrîda li odeya girtî jî dema li vê zêde dibe, hingî bandoreke hîn girantir dike. Demeke dirêj di bin kontrola Fermandariya Hêzên Taybet de hate hiştin. Ji bilî pirtûkek, rojnameyek, kovarek û radyoyeke ji qenaleke bi tenê, derfeteke min a ragihandinê tune


