‘Îran di navenda guftûgoyên modernîteyê de ye’

Jina bi navê Jîna Mahsa Amînî ji roja ku bi destê ‘polîsên exlaqê’ hat qetilkirin ve di destpêkê Eyaleta Kurdistanê Îranê û 80 bajar û bajarokan berxwedana gel berdewam dike.

•
6 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
‘Îran di navenda guftûgoyên modernîteyê de ye’

Jina bi navê Jîna Mahsa Amînî ji roja ku bi destê ‘polîsên exlaqê’ hat qetilkirin ve di destpêkê Eyaleta Kurdistanê Îranê û 80 bajar û bajarokan berxwedana gel berdewam dike. Di van rojên ku bi pêşengiya jinan li dijî rejîma Îranê berxwedan berdewam dike, nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê Îranê de ji bo pêvajoya ku îro tê jiyîn ronahî dide roja me.

Nirxandinên Abdullah Ocalan wiha ne:

“Çanda Rojhilata Navîn bi zanistî û îdeolojiya pozîtîvîst a modernîteya Ewropayê nikare bê nirxandin. Dema ku hate îdîakirin ku bi vê yekê tê nirxandin, hingî encama jê derdikeve jî oryantalîzm e. Tişta ku vê paradîgmayê di nava du sed salên dawî de raxistiye pêş çavan, ne li rastiya dîrokî ne jî li rastiya rojane ya civaka Rojhilata Navîn tê. Cudahiya navbera wan bi gotinekê, mîna çiyayekî ye. Têgihiştina rastiyê ya nêzîkatiyên kevneşop ên di bin bandora oryantalîzmê de jinûve ava bûne (Di serî de pêlên Îslamî her cûre nêzîkatiyên kulturalîst) dûrî ji rastiyê neû tenê wêjeyeke ziwa ye.

Şeklê modernîteya kapîtalîst ê xwe bi paradîgmaya xwe sazûman kiriye, hem li dîrokê hem jî li rewşa heyî nayê. Cudahiya mezin a ji nakokî û cihêrengiya heyî çêbûye, bi şerê giran tê vegotin ku ji hovîtiyê jî wêdetir e. Nexwe ne ajoyên kûr ne jî paşverûtiya çandî ji vê berpirsyar e. Pêwendiya pirsgirêkê bi rêbaza bicihanînê ya modernîteya kapîtalîst û şêweyê vê modernîteyê heye. Hewl tê dayin ku çandeke bi hezaran salî (çanda madî û manewî) parçe bikin û acenteyên xwe (endustralîzm û kapîtalîzma netewe-dewletê) li nav bicih bike. Ev yek sedema rasteqîn a hovîtiya qewimî û biqewime ye. Ji xwe ya qewimî ji hovîtî û qirkirina rabirdûya nêz ne cuda ye.

Mirov çiqasî li ser ferzkirina netew-dewletê bisekine kêm e ku çanda Rojhilata Navîn mîna kêrê parçe kiriye. Ji ber ku travmayên giran bi vê kêrê hatin destpêkirin. Em destê xwe bidin kîjan trajediyê jî encam naguhere. Ji nava Hindistanê heta Sîbîryayê, ji çolên Fasê heta çolên Erebistanê her çanda xwecihî yanjî koçer para xwe ji derbên vê kêrê standine. Hîn jî xwîn ji birînê tê. Şerê Hîndû-Misilman ê li nava Hindistanê ku her roj diqewime, Keşmîr, herêma Ûygûrê, bihevketina Efganistan-Pakistanê, li Rûsyayê şerê giran ê Çeçen û yên din, şerê Îsraîl-Fîlîstîn, Lubnan û li welatên din ên ereb, şerê kurdan tirkan, ereb û farisan, şerê mezheban ên li Îranê, bihevketina etnîk a li Balkanan, li Anatoliyê tasfiyekirina ermen, rûm û suryanan; gelek şer û trajediyên bi vî rengî ma ne encama hegemonya kapîtalîst in?

Netew-dewlet bi şer ava bûye

Heke destwerdanên Neteweyên Yekbûyî (NY) ku yekîtiya netew-dewletan e nikare encamê werbigire, heke Rêxistina Konferansê ya Îslamî ku yekîtiya netew-dewletên Îslamî ye nikare bi bandor bibe, heke her roj tûrên dîplomatîk ên bêhejmar ên netew-dewletan ji bilî aciziyê bi kêrî tiştekî nayê, sedema vê yekê bi birêxistinkirin û mejiyê netew-dewletê ve girêdayî ye. Ev rastiya çewt ku bi hezar qatî ji hişkiya olperestî ya serdemên destpêkê û navîn bêhtir hişk e. Heke her tim bi rengê faşîzmê û li her derê bi kiryarên xwe derkeve pêşiya me, divê mirov matmayî nemîne. Netew-dewlet her tim ji şer ava bûye. Netew-dewleteke bi tenê nîne ku bê şer ava nebûye. Ji vê jî xerabtir, gelo netew-dewletek heye ku di nava xwe de bi civakê re, li derve jî bi netew-dewletên din re şer neke?

Pirsgirêkên di nava civaka neteweyî ya Îran an jî Fars, ji ber hewldanên modernîteya kapîtalîst a du sed salên dawî û şaristaniyên dîrokî ye.Civaka Îranê hem ji aliyê etnîkî hem jî ji aliyê olî ve xwedî gelek nasnameyan e û çandeke dewlemend e. Malavaniyê ji hemû nasnameyên olî û neteweyî yên Rojhilata Navîn re dike. Zehmetiyê dikişîne ku van pir nasnameyan tenê bi hegemonyaya îdeolojîk a nijad an jî olperestiyê li gel hev bihêle. Bi rengekî gelekî zirav neteweperestiyeke nijadî û olperestiyê dimeşîne. Li aliyê din tevî ku modernîteya kapîtalîst bi cih tîne, dema ku bi kêr bê serî li propagandaya antî-modernîst jî dide. Pispor bûye ku pêşketinên demokratîk û şoreşgerî di nava çanda şaristaniya kevneşop de bihelîne. Rejîmeke despotîk bi pisporî bi cih tîne. Di nava Rojhilata Navîn de yek ji wan dewletên herî tengaz û bi nakok e. Çavkaniyên xwe yên petrolê bi qismî jî be hinekî rageşiyan nerm bike jî, hebûna netew-dewletiya Îranê ji bo belavbûnê guncav e. Di vir de lihevnekirina bi hegemonyaya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê jî gelekî bi bandor e.

Konfederasyona Demokratîk a Îranê xwedî wate ye

Heke Îran di pirsgirêkên civakî de bîrdoziya modernîteya demokratîk bi têrkerî bi cih bîne, dikare rê li ber encamên girîng ên çareseriyê veke. Li gel hewldanên navendîperestî hemûyan jî di bingehê de Îraneke federal heye. Dema ku hêmanên şaristaniya demokratîk bi hêmanên federalîst (azerî, kurd, ereb, belûc, tirkmen) re bigihêjin hev, wê demê projeya Konfederasyona Demokratîk a Îranê dikare bibe xwedî wate û bi hêsanî bibe navend. Kevneşopiyên komunal û tevgera azadiya jinê jî di çarçoveya vê projeyê de xwedî rolên girîng e. Paşeroja ronî ya Îranê û rola dîrokî ya li Rojhilata Navîn tenê bi yekbûna hêmanên modernîteya demokratîk (civaka demokratîk, aborî û ekolojîk) û bi saya pêngava wê pêkan e. Potansiyela civaka neteweyî ya Îranê ji bo vê bi têrkerî heye û rastiya neteweya demokratîk a Îranê jî vê ferz dike.

Şerên netew-dewletan ji bandora bombeya mezintir e

Îran bi tenê xwediyê rê û resma etnîk a Pers nîne; li heman erdnîgariyê gelek rê û resmên etnîk hene. Dabeşbûna civakî xisletên etnîk û dînî di zikê hev de bi pêş xistine. Em Îranê weke civak û desthilatdariya jor û nikarin bi tenê bi xisletên dînî û etnîk ên tê de xwedî giranî ne bidin naskirin. Heke mirov wê weke şêweyekî xweser ê tê de xisletên dînî û etnîk di zikê hev de bi hev keliyane bidin naskirin, mirov wê bikaribe zêdetir jê hîn bibe. Her çiqasî carcaran herdu alî jî derketibin pêş, mirov tevahiya dîrokê di navbera wan de dabeşbûneke pir radîkal nabîne. Mînak, ne mîna ereban bûne civakeke qewma klasîk, ne jî mîna cihûyan bûne civakeke dînî. Bi awayekî xweber, mîna ku pêdivî dîtiye weke modeleke sêyemîn pêk bê. Hebûna hejmareke zêde ya etnîsîte û baweriyên dînî di vê de bi roleke girîng rabûne. Bandora du sed salên dawî ya modernîteya kapîtalîst li ser bingehê vê rastiyê pêşwazî kiriye. Ne xwedî ezmûneke dewleta netewe û miletperestiyeke bi cureyê li welatên Ewropayê ye ne jî dewletdariyeke netewe ya mîna li welatên ereb pêk aniye. Xisletên xwe yên dîrokî parastine, li beramberî herdu modelan ji meşandina modela xwe nehatiye xwarê. Şahtiya Îranê nikarîbû li ser piyan bimîne û di binê vê yekê de ev rastî heye. Lê hebûna xwe bi vî şêwazî li dijî modernîteya kapîtalîst û kapîtalîzma global zêde nikare berdewam bike. Yan wê bi kok bibe xwediyê veguherînekê (ji aliyê dewlet û desthilatdariyê ve ev yek gelekî zor e; bixwaze bibe dewleteke netewe ya lîberal ev ê bibe sedema hilweşîna wê); yan jî wê parçe bibe û tebeqeya jêr wê li ser bingehê nirxên demokratîk ên sivîl û rê û resma