Îngilistanê qirkirina êzidiyan nas kir

Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê, ji bo qirkirina çeteyên DAÎŞ'ê ya li dijî êzidiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û qirkirina 3'ê Tebaxa 2014'an nas kir.

•
2 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Îngilistanê qirkirina êzidiyan nas kir

Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê, ji bo qirkirina çeteyên DAÎŞ'ê ya li dijî êzidiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û qirkirina 3'ê Tebaxa 2014'an nas kir. Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê yê ji Karûbarên Rojhilata Navîn Tariq Ahmad der barê mijarê de ev tişt got, "Şêniyên êzidî beriya 9 salan êşên gelekî giran ji destê DAÎŞ'ê kişandin û bandora vê yekê hîn jî dewam dike."

Wezîr Ahmad, destnîşan kir ku edalet û hesabdayin ji bo mirovên ku jiyana wan parçe parçe bûye gelekî girîng e û wiha got: “Ev naskirina 'dîrokî' soza Qraliyeta Yekbûyî ya ji bo 'wergirtina mexdûran a ji bo tazmînatê û xwegihandina edaleteke biwate' xurt dike.”

Îngilistanê heta niha bûyerên li pênc deveran weke qirkirinê nas kiriye. Beriya niha qirkirina cihûyan, Bosna, Rûanda, Srebrenîca û Kamboçyayê weke qirkirinê nas kiribû.

Beriya niha Dîwana Edaletê ya Federal a Alman di 17'ê çileya 2023'yan de endamekî berê yê DAÎŞ'ê ji ber êrîşên qirkirinê yên li Şengalê û sûcên li dijî mirovahiyê mehkûm kiribû.

Sûcênli dijî êzidiyan yekemcar di 30'ê mijdara 2021'ê de ji aliyê dadgeha alman ve weke 'qirkirinê' hatibû naskirin. Piştre jî ji aliyê gelek parlamentoyan û saziyên navneteweyî ve weke qirkirin hate naskirin. Parlamentoya Almanyayê jî di meha çileye de qirkirina êzidiyan nas kiribû.