Înfaza Ahmet Zengerê 30 sal in girtî ye bi hinceta 'ne poşman e' şewitandin

Girtiyê nexweş ê bi navê Ahmet Zenger (63), ku di sala 1993’yan de li gundê Xirabaşeref ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê hatibû girtin ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve 30 sal cezayê...

•
2 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Înfaza Ahmet Zengerê 30 sal in girtî ye bi hinceta 'ne poşman e' şewitandin

Girtiyê nexweş ê bi navê Ahmet Zenger (63), ku di sala 1993’yan de li gundê Xirabaşeref ê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê hatibû girtin ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve 30 sal cezayê muebeta giran lê hatibû birîn. Zenger ku niha li Girtîgeha Tîpa L ya Espiyeyê ye, ev 30 sal in di girtîgehê de ye û cezayê lê hatiye birîn xilas bûye. Lê belê rêvebiriya girtîgehê bi hinceta ku Zenger, di telefonê de bi kurê xwe re gotiye,"ez ne poşman im" înfaza wî şewitandin û cezayê wî 6 mehan dirêj kirin.

Hiqûqê binpê dikin

Biraziyê Zenger, Veysî Zenger bertek nîşanî şewitandina înfazê da û got ku ev tiştê ku rêvebiriyên girtîgehan dikin bêhiqûqîtî ye û wiha axivî: "Heftiyekê beriya wê bi ser qawişa wan de girtibûn û heqaret li wan kiribûn. Piştî vê serdegirtinê hefteyeke wî mabû. Lê belê birin dadhegê û muameleyeke keyfî pê re kirin. Ev tişta ku kirin ne hiqûqî bû. Edelet rojekî dê ji wan dozger û dadgeran re jî lazim be. Edalet ne tenê ji gelê kurd re dê ji wan rejî lazim be. Nayê qebûlkirin ku cezayê mirovekî ku 30 sal in bê sûc razaye 6 mehan were dirêjkirin. Em ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Em ê heta Ewropayê jî biçin."