ÎHD’ê li 27 bajaran daxuyaniya hevpar dan

Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo binpêkirinên mafê jiyanê yên girtiyan bi dawî bibe û were temînatkirin, li gelek bajaran civînên çapemeniyê li dar xistin û daxuyaniya hevpar dan.

•
4 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo binpêkirinên mafê jiyanê yên girtiyan bi dawî bibe û were temînatkirin, li gelek bajaran civînên çapemeniyê li dar xistin û daxuyaniya hevpar dan.

Komîsyona Girtîgehan ên ÎHD’ê di serî de li bajarên wek Amed, Êlih, Mêrdîn Riha, Wan, Colemêrg, Dêrsim, Enqere, Îzmîr, Stenbol, Edene, Mêrsîn û Hatay jî di nav de li 27 bajaran daxuyanî dan.

Daxuyaniya hevpar a bi sernavê “Ji bo temînatkirina mafê jiyana girtiyan binpêkirinên di girtîgehan de didomin bila werin bidawîkirin!” wiha ye:

“Li Tirkiyeyê girtîgeh, bûne cihê kesên ji hêla desthilatdariya siyasî ve wekî ‘bi talûke’ tên binavkirin. Bi taybetî bi cuntaya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î gelek muxalif di girtîgehan de bi îşkenceyan hatin qetilkirin, girtîgeh bi pêkanînên îşkence û miameleyên xirab tên bîranîn. Tam di demekê wiha de komeleya me hatiye darizandin ji 35 salan zêdetir e ji bo binpêkirinên girtegehan bi dawî bibin, kesên îxlalan pêk tînin werin darizandin û ji bo carekê din binpêkirinên wek hev neyên jiyîn têdikoşe. Ancax ji rabirdûyê heta niha desthilatdarek ji bo binpêkirinên mafên jiyanê yên girtîgehan îradeyek têrker dernexistiye holê îro ev dibe sedema girtîgehên Tirkiyeyê bibin navenda binpêkirinên mafên mirovan.

Desthilat dixwaze kontrol bike

Di dawiya salên 1990’î de biryara modeleke nû ya girtîgehan,girtîgehên Tîpa F’yê hat dayîn. Di serî de 11 heb girtîgehên tîpa F’yê hatin çêkirin. Li hemberî vê biryarê gelek rêxistinên sivîl ên civakî, odeyên pîşeyan, sendîka, siyasetmedar û parazvanên mafan bal kişandin; di girtîgehên tîpa F’yê de girtî tena serê xwe yan jî bi komên biçûk bên girtin. Ev yek wekî xetereya îzolasyonê terîfkirin û izolasyona civakî dê ji bo tendûristiya fizîkî û derûnî xetereyên giran pêk bîne, ew ê ewlehiya girtî û cezaxwariyan di bin şertên îzolasyonê de bikeve xetereyê.

CPT di rapora xwe ya 23’ê sibata 1999’an de diyar kiriye di girtîgehên tîpa F’yê de heke derfetên çalakiyên hevpar ên beşên jiyanê pêk neyê, pergala nû di cihê çareseriya pirsgirêkan de dê pirsgirêkên nû biafirîne. Digel hemû pêşniyar û hişyariyan desthilatdara siyasî bi polîtikayên ewledariyê yê ku li hemû civakê pêktîne bi armanca girtiyan bixe bin kontrolê û tenê bihêle ji bo girtîgehên tîpên F’yê pêk were bi lezgînî dest bi xebatan kiriye.

Girtîgeha Tîpa S’yê hatiye avakirin

Desthilatdariya niha ligel Tîpên F’yê girtîgehên îzolasyontir wekî Girtîgehên Girtî yên Ewlehiya Bilind û Girtigehên Girtî yên Tîpa S’yê ava kiriye. Li gorî daneyên Gerînendeya Malên Tewqîf û Cezayê yên Wezareta Dadê niha di Tirkiyeyê de giştî 14 heb tîpa F, 17 heb bi ewledariya bilind, 6 heb jî girtîgehên Tîpa S’yê hene. Bi taybetî di girtîgehên Ewlêdariya Bilind de girtî di odeyên yek kesî de tên girtin, di odeyên wan de cihê hewadariyê tune ne û girtî rojê saetek, saetek û nîv (1-1,5) di cihekî din de derdikevin hewadariyê û mecbûrî dema xwe ya mayî di wê odeya xwe ya yek kesî de diborînin. Bi pêkanîna Tîpa F, Tîpa S ûgirtîgehên Ewledariyên Bilind pispor û parazvanên mafan ku desthilatdariya siyasî hişyar dikirin mafdar derketin, girtiyên di van girtîgehan de tên girtin di serî de mafên wan ên jiyanê, mafên wan ên tendurîstî,mafên rêzdariya jiyana taybet û malbatê, mafên ragihandin û hevdîtina parêzaran her tim tê îxlalkirin pêkanînên dijberî qanûna înfazê derdikeve holê. Li hemberî van pêkanînan girtî li hiqûqa navîn û DMME’yê doz vekirine digel ku bi sedan biryarên erenî hebin jî binpêkirinên bûne mijara dozan bêyî bi dawî werin em dibînin her roja diçe ev îxlal zêdetir dibin. Girtî ji bo mafên xwe yên bingehîn ên mewzûata netewî û navnetewî bikarbînin gelek caran, mecbûr mane çalakiyên greva birçîbûnê, xweşewitandine û xwekuştinê pêk bînin, di encama van çalakiyan de gelek kes jiyana xwe ji dest dane, gelek girtî jî ji ber van çalakiyan nexweşiyên mayînde jiyane. Herî dawî em ji çapemeniyê hîn bûn ku girtiyê bi navê Yakup Brûkanli ji bo pêkanînên tecrîd û îzolasyonên girtîgehan protesto bike di