HSD’ê depoya a çekan a DAIŞ’ê desteser kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji ajansa ANHA’yê re daxuyaniyekê ragihand. Li gundî Qîrewan î navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê depoyek din a çek û ğebilxaneyan a...

•
2 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji ajansa ANHA’yê re daxuyaniyekê ragihand. Li gundî Qîrewan î navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê depoyek din a çek û ğebilxaneyan a çeteyên DAIŞ’ê desteser kir.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye: ʹ’Hêzên me, Hêzên Sûriya Demokratîk, li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên leşkerî li dijî şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê didomînin, bargeh û nuqteyên veşartî yên şaneyan hildiweşîne û endamên şaneyan digirin.

Di çarçoveya operasyonên ewlehiyê yên berdewama Operasyona ʹBirûska Cizîrîʹ de, hêzên me îro (Duşemê) li gundî Qîrewan î girêdayî bajarokê Til Hemîsê depoyeke çekan a çeteyên DAIŞ’ê desteser kir. Di vê depoyê de miqdareke mezin a madeyên teqemeniyê, mayîn û cebilxane û gelek çek hatin dîtin.

Ji made û alavên ku ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin; mayînên ku ji bo teqînan hatibûn amadekirin hebûn. Dema ku di êrîşan de çeteyan dema xwekujiyê de li xwe dipîğandin. Her wiha miqdareke mezin a bombeyên eyarkirî hatin dîtin ku terorsît ji bo teqandina cihên giştî bi kar tînin. Madeya C-4 jî hate dîtin ku terorîst di çêkirina teqemeniyan de bi kar tînin. Di depoyê de telefonên destan ên ji bo teqandina bombeyan ji dûr ve, mayînên taybet ji bo teqandina erebeyan, miqdareke cebilxane, hejmarek çekên kalaşnîkov, rextên leşkerî, çente û pêwîstiyên din ên leşkerî hebûn.

Ev cara duyemîn e ku hêzên me li gundî Qîrewan depoyên çek, cebilxane û alavên leşkerî desteser dikin. Beriya derdora du mehan hêzên me li heman gundî miqdareke mezin a çek, cebilxane û madeyên teqîner desteser kirin. Hêzên di dema Operasyona Birûska Cizîrê de li vî gundî 3 terorîst girtin. Hersê terorîst di êrişa destpêka sala borî ya li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê de cih girtibûn. Ev êriş ji aliyê hêzên me ve hat têkbirin. Ev depo ji bo amadekarina erebeyên bombebarkirî jî dihat bikaranîn. Terorîstan li vî cihê du erebeyên bombekirî amade kiribû û di destpêka êrişa li ser girtîgeha  Sînaayê de teqandin.”