HSD: Serçeteyek jî di nav de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, şaneyên DAIŞ′ê ketin tevgerê û hewl dan êrîşên terorê dijî deverên cuda wekî Dêrazor, Hol û Til Hemîsê pêk bînin.
Hat ragihandin ku Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî cihên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku şaneyên DAIŞ′ê xwe lê vedişartin, 3 operasyon pêk anîn.
Hat aşkerakirin ku di van operasyonan de serçeteyekî DAIŞ′ê, 2 çeteyên berpirsên peydakirina çek û cebilxaneyan ji şaneyên terorîst yên ku hewl didan êrîşî kampa Hol û girtîgehan bikin, hatine girtin, gelek çek û cebilxaneyên bi wan re jî hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya HSD`ê, operasyon ji 7 heta 10′ê Kanûnê li bajarokê Holê, Til Hemîs û Dêrazorê hatine lidarxistin û ev çek hatine desteserkirin;


