HRE’ê li Şêrawa, Bab û Ezazê 9 çete kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li hember çeteyên girêdayî artêya tirk çalakiyên xwe didomîne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li hember çeteyên girêdayî artêya tirk çalakiyên xwe didomîne. HRE’yê daxuyand ku li Şêrawa ya Efrînê, Bab û Ezazê li dijî çeteyan çalakî li dar xistine û di çalakiyan de 9 çete hatine kuştin û 8 çete jî birîndar bûne.
HRE’yê anî ziman ku 3 rojan çalakî pêk anîne û ev agahî dan: “29’ê Tîrmehê li xeta Babê tîmeke me ketin nava çeperên dijmin. Li wê derê bi awayekî bibandor li dagirkeran xistin. Mevzî û çeper bi temamî hatin îmhakirin. Di vê çalakiyê de 5 çete hatin kuştin û 6 çete birîndar bûn.
30’ê Tîrmehê 2 çalakiyên sekvanî li xeta Ezazê li dar ketin. Di encama van çalakiyan de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin.
31’ê Tîrmehê li xeta Şêrewa di navbera gundê Kefer Nebo û Birc Heyder de hêzên me bi çalakiyeke taybet li kombûna dagirkeran xist. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.”


