HPG: Artêşa tirk bi bombeyên fosforê êrîş dike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê êrîşên dewleta tirk ên li dijî qadên gerîla daxuyaniyek weşand.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
HPG: Artêşa tirk bi bombeyên fosforê êrîş dike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê êrîşên dewleta tirk ên li dijî qadên gerîla daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya HPG'ê de wiha tê gotin: "20'ê Sibatê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê, bi bombeyên teqezekirî û topên ji fosforê 23 caran hatin bombekirin."

Di heman daxuyaniyê de hate gotin, "20'ê Sibatê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemçoyê 17 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."