Hêzên Îranê êrîşî kolberan kir
Li bajarê Saqizê yê rojhilatê Kurdistanê Muhafazkarên Sînor ên Îranê gule li komek kolberan barandin.

Li bajarê Saqizê yê rojhilatê Kurdistanê Muhafazkarên Sînor ên Îranê gule li komek kolberan barandin. Di encama gulebaranê de 5 kolber bi giranî birîndar bûn û 10 kolberên ku hatin binçavkirin jî hatin girtin.
Hat zanîn ku dema birîndaran rakirine nexweşxaneyê jî êşkence li wan hatiye kirin û kolber di beşa venêrîna awarte de tên dermankirin.


