'Bila tu kes berbayê provakasyonan nekeve'
Hevserokên HDP'a Cizîrê bang li gel kir ku berbayê provakasyonan nekeve, dixwazin gel çavtirsandî bikin serî li her cure provakasyon û lîstikan didin.

Hevserokên HDP'a Cizîrê bang li gel kir ku berbayê provakasyonan nekeve, dixwazin gel çavtirsandî bikin serî li her cure provakasyon û lîstikan didin. Divê gelê me guh neda van provakasyonan û di 28'ê Gulanê de her kes biçe ser sindoqan.
Di 14'ê Gulanê de li Tirkiye û Kurdistanê bi milyonan kes çûn ser sindoqan. Di hilbijartinê de gelek neheqî hatin kirin. Ji herêmên ku herî zêde neheqî lê hatin kirin yek jê jî Şirnex bû. Şêniyên herêmê ku di bin siya polîs, leşker û cerdevanan de dengê xwe bikar anîn, rastî her cureyên êrişan hatin. AKP û alîgirên wê yên ku encama li bendê bûn bi dest nexistin, li gelek cihan êrişî peywirdarên sindoqan ên Partiya Çepên Kesk kirin. Li herêmê ku Rewşa Awarte lê hatiye ragihandin, serî li gelek provokasyon tê dayîn.
Ji roja hilbijartinê vir ve taxa Nûr û Cûdiyê yên Cizîrê di bin dorpêça wesayitên zirxî de ne. Wesayitên zirxî ku her şev bi karwanî li kolanan digerin sirûda "Mehter"ê û strana "Olurum Turkiyem" (Ez bimirim ji bo te Tirkiye) bi dengekî bilind tê guhdarkirin. Bi vî awayî tê xwestin ku gel tehrîk bibe. Her wiha komeke bi rûpoş û nayê zanîn ka kî ne û polîs pev diçin. Piştî vê polîs, li taxan gaza îsotê direşînin.
Şêniyên ku van taxan dibêjin ku ev kes ji aliyê polîsan ve bi daxwaza rayedarên AKP'ê yên herêmê ve hatine peywirdarkirin.Lê balkêş e ku çapemeniya alîgir û hin bikarînerên medayaya sanal ku alîgerên AKP'ê ne dîmenên ji nêz ve hatine wergirtin belav dikin û kesên di dîmenan de wekî HDP'î binav dikin û HDP'ê dikin hedef.
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Sabuha Akdag û Abdullah Gungen der barê hêzên ku dixwazin li herêmê bibin cihê aloziyê û hewledanên provakasyonan de ji nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgût re axivin.
'Çi polîtîkayeke qirêj hebe bê bikin'
Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Abdullah Gungen bal kişand ser giringiya hilbijartinê û diyar kir ku herêma Botanê niha bi Rewşa Awarte (OHAL) tê birêvebirin û wiha axivî: "Ev hilbijartin, ji bo me xwedîgiringiyeke mezin e. Ev hilbijartin ji bo me hebûn û nebûna tevahiya civakê ye. Ev pergala ceberût ku 20 sal in li ser desthilatdariyê ye tişt nema ku nekir û her cure êriş pêk anîn. Ji van êrişan herî zêde jî herêma me Botanê para xwe girt. Niha li Botanê OHAL heye. Her navçeyeke me, gundekî me di bin dorpêçê de ye. Roja hilbijartinê ku hê encama hilbijartinê diyar nebû hemû çete û alîgirên wan daketin kolanan û bi çekên mezin pîrozbahî kirin. Rewşeke weke darbeyê çêbû. Ev pergal ji bo ku neçe çi polîtîkayên qirêj hebin dê pêk bînin. Me ji roja ewil biryara xwe daye û gotiye li dijî vê pergalê çi bikeve ser milê me bi awayekî demokratîk em ê xwedî li sindoqên xwe derkevin. Li Kurdistanê rêjeya herî zêde ya dengan a Kiliçdaroglû bû. Li Şirnexê ji sedî 75 deng ji Kilicdaroglû re çûn. Cara yekemîn e ku di kesayeta Kiliçdaroglû de dengeke wiha ji Kurdistanê derdikeve.Ji bo ku ev zilm û zordestî bi dawî bibe, gel biryara xwe da. Di vê hilbijartinê de gotin,'em ê li hemberî vê zilmê biseki


