Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk cilên pêşmergeyan li xwe dike

Dewleta tirk ji 17'ê nîsana 2022’yan heta niha bi hevkariya PDK’ê bênavber êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federe ya Kurdistanê dike.

•
2 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Hevserokê KNK'ê: Dewleta tirk cilên pêşmergeyan li xwe dike

Dewleta tirk ji 17'ê nîsana 2022’yan heta niha bi hevkariya PDK’ê bênavber êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federe ya Kurdistanê dike. Di nava van du salan de Tirkiyeyê gelek cureyên çekên giran û kîmyewî bi kar anî lê heta niha jî encamek bi dest nexistiye. Di heman demê de PDK bi awayeke eşkere piştgiriyê dide dewleta tirk û heta niha gelek hêzên xwe yên taybet li herêmê bicih kirine. Ev hêzên navborî bi kemçeyan ji bo dewleta tirk rêyan çêdikin û derfetên heyî ji bo dewleta tirk pêşkeş dikin. Ev helwest û hevkariya PDK’ê, di nava raya giştî ya kurd de jî rê li ber nerazîbûnan vedike.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re û êrişên ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

'Dewleta tirk dê ji êrîşên xwe encamê negire’

Ahmet Karamus, di serî de bal kişand ser şerê li herêmên navborî û diyar kir ku dewleta tirk tevî çekên modern û hevkariya PDK'ê jînikare li herêmê gavek jî peşve biçe. Karamûs, got ku armanca dewleta tirk a ji êrişên ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê stratejîk in û wiha domand: “Dixwazin tevgera azadiyê tesfiye bikin û herêmê bi temamî têxin bin kontrola xwe. Ev aliyê jeopolîtîk ve gelek stratejîk e. Dewleta tirk ne cara ewil e êrişî van herêman dike. Bi salaye dixwaze van hêreman dagir bike. Mebest ew e ku sê parçeyên Kurdistanê ji hev qut bike û têxe bin kontrola xwe. Ji dîrokê ve herêm ji bo gelê kurd herêmên stratejîk bûn. Heta roja me jî tu hêzan nekarîne van herêman dagir bike û kontrol bike. Hewldanên wan her tim bêencam mane. Ew herêm ji bo şervanên azadiyê jî gelek girîng in. Dê dewleta tirk jî tu carî nekare ji van êrişên dagirkeriyê encamekî bi dest bixe. Dewleta tirk jî qaneh bû ku nikare bi tena serê xwe Tevgera Azadiyê tesfiye bike. Lewma serî li rêbazên din dide. Yek ji van rêbazan hevkariya bi PDK’ê re ye. Tevgera Azadiyê şerê navxweyî naxwaze. Lê PDK vê hesasiyetê îstîsmar dike û dixwaze hêzen