Hêvîdar Xalid: Li Kurdistanê dikujin, li Xezayê hêsiran dibarînin

Şerê di navbera Hamas û Îsraîlê ku di 7’ê Cotmehê de dest pê kir, 2 hefte lipey xwe hişt. Di şer de bi hezaran mirov hatin kuştin. Şer didome. Bertek û nerazibûnên li dijî şer jî didomin.

•
7 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Hêvîdar Xalid: Li Kurdistanê dikujin, li Xezayê hêsiran dibarînin

Şerê di navbera Hamas û Îsraîlê ku di 7’ê Cotmehê de dest pê kir, 2 hefte lipey xwe hişt. Di şer de bi hezaran mirov hatin kuştin. Şer didome. Bertek û nerazibûnên li dijî şer jî didomin. Lê hêzên navdewletî ji bo rawestandina şer hîn tu gavên şênber neavêtine.

Rojnamevan Hêvîdar Xalid, sedem û encamên şer nirxand. Hêvîdar Xelîl, anî ziman ku ji 7’ê cotmehê vir ve li Zîvala Xezayê ya Filistînê di navbera Filistîn û Îsraîlê de aloziyek mezin derketiye û aloziyê piştî ku tevgera Hemasê êrîş bir ser niştecihên derdora Zîvala Xezayê, dest pê kir.

Xalid, da zanîn ku êrîş roja Şemiyê, ku ji bo Cihûyan cejneke pîroz e, pêk hat û wiha axivî: “Hilbijartina vê rojê ne tesaduf bû, belkî bi mebest ji aliyê tevgera Hemas û piştgirên wê yên sereke ve hatibe plankirin. Helbet ev êrîş di demekê de hat ku rewşa navxweyî ya Îsraîlê jî aloz bû. Di kolanên Îsraîlî de, li hember siyaseta hikûmeta nû ya Netanyahu, ya herî rastgir di dîroka Îsraîl de, şahidê alozîyeke mezin e.”

Hêzên li pişt êrîşê

Hêvîdar Xalid bal kişand ser hêzên li pişt êrîşan û wiha got: “Gelek dane diyar dikin ku Îran, Tirkiye û Rûsya ji hemû tiştên ku diqewimin ne dûr in. Ango ev êrîş bi plan, çavdêrî û plansaziyekê hatiye kirin. Bi îhtîmaleke mezin, ev êrîş bi piştgirîya Îranê ji tevgera Hemasê re pêk hatiye. Tevî ku pirsgirêkên di navbera wan de ji ber piştgirîya Hemasê ji bo xwepêşandanên li Sûrîyê derketibû jî, lê dîsa ne dûre ku Îranê alîkarî kiribe.”

Xalid da zanîn ku hewldanên îzolasyonkirina Îranê didomin û wiha lê zêde kir: “Di heman demê de trêna asayîkirina erebî bi Îsraîlê re jî gihiştiye stasyonek girîng. Li vir mebesta min Erebistana Siûdî ye. Di encamê de peymanên aborî û hevkariyên di navbera Tel Aviv û hejmarek ji paytextên erebî bi piştgirî û sponseriya rasterast ya Amerîkayê. Helbet asayîkirina peywendiyên bi Îsraîlê re ji bo welatekî weke Erebistana Siûdî mijareke gelekî girîng e. Bi taybetî ji bo ereban, ji ber ku siwarbûna Riyadê li trêna normalîzekirinê tê wê wateyê ku mijara Filistînê êdî hatiye jibîrkirin. Hinek ji wê yekê wêdetir jî diçin û dibêjin bi normalîzekirina têkliyên bi Israîlê re mijara pirsa Filistînê bi carekê ji holê radibe.”

Tirkiye sûdê ji aloziya Îsraîl û Filistinê digire

Rojnamevan Hêvîdar Xalid bal kişand ser berjewendiyên Tirkiyeyê yên li şer û kaosê û wiha berdewam kir: “Pirsgirêka Filistînê ku welatên erebî ji mêj ve wek pirsgirêka herî girîng bi nav kirine êdî terka wê dikin. Ev lihevkirin tê wateya destjêberdana xwedîderketina li pirsgirêka Filistînê û ew yek xeta sor e. Ev riya asayîbûnê her wiha metirsiyê li ser pêvajoya peywendiyên Erebistana Siûdî û Îranê çêdike ku piştî demeke dirêj ji dûrketinê di bin sîwana Çînê de adara borî têkiliyên wan xweş bibûn. Ji bo têkiliyên dizî û aşkere yên Tirkiyeyê ku bi Israîlê re pêş dixe, tiştê ku jê veşartibû ji wê mezintir bû. Ev yek nahêle ku pêvajoya têkiliyên di navbera wan de bibe şahidê aloziyek mezin. Tevî ku Tirkiyeyê bi domdarî hewl dide wê têkiliyê vegerîne, rewşa xwe ya berê. Helbet êrîşkirin û hedefgirtina Îsraîlê û her wiha kûrkirina qeyranên li Xezayê di vê qonaxê de xizmeta Tirkiyê û berjewendiyên wê yên li herêmê dike. Li qeyranan digere ku bi rêya wan destkeftiyên taybet bi dest dixe, li ser nakokiyan dilîze, qeyranên gel îstîsmar dike. Di siyaseta cîhanî de cih digire, rola ku dilîze gelek caran neyînî ye. Ji ber ku tenê li berjewendiyên xwe digere û kirin û gotinên wê pir ji hev dûr in.”

Hêsirên xapînok dirijîne lê..

Xalid, diyar kir ku Tirkiye hêsrên xapînok li ser gelên bindest dirijîne, lê rûyê wê yê rast li gelek deverên cîhanê, li Sûriye, Iraq, Lîbya, Artsax û gelek deverên din derketiye holê û wiha pêde çû: “Tirkiye berevajî tiştên ku îdîa dike, roleke bêîstiqrar lîstiye. Nimûneyeke din, baştirîn delîl li ser tevgerên wê yên bi guman, peymana ku di Lûtkeya G20 de bi Hindistanê re pêk hat, di navbera Hindistan û welatên Kendavê de avakirina korîdora aborî, ji Îsraîl derbas dibe û digihêje Ewropayê. Ev guh nade erdnîgariya Tirkiyeyê. Lê Tirkiyeyê ew hêrs kirin û piştî wê, hewl dide riya xwe biguherîne.”

Tirkiye ji bo xwe normal û ji bo welatên ereb xetere dibîne

Xalid, bibîr xist ku ji aliyek din ve, Tirkiye jî li hember vegerandina peywendiyên di navbera welatên erebî û Israîlê de ye û wiha got: “Tevî ku Tirkiye yekem welatê îslamî ye ku peywendiyên normal bi Îsraîlê re heye jî, nerazîtiya xwe ji avakirina têkliyên Israîl û ereban venaşêre. Tirkiye wê yekê ji bo xwe normal dibîne. Lê ji bo welatên ereb ne asayî û qedexe dibîne. Sedem jî bi tenê ew e ku bi avakirina wan têkliyên di navbera Isrfaîl û ereban de wê hingê nepenî û statûya xwe ya taybet di wî warî de ji dest dide. Ji ber ku ev tevgera wê felc dike û wê ji statuya navbeynkariyê dûr dixe, bi vî rengî têkiliyên cuda bi her kesî re berdewam dike. Divê em nakokiya Tirkiyê û Îsraîlê ya li ser korîdorên gazê yên li Derya Spî ji bîr nekin. Di derbarê Rûsyayê de, dibe kuev bûyer û geşedan di demeke guncav de ji bo wê hatibin, bi taybetî ji ber ku ev nêzî du sal in li gel Ukraynayê û li pişt wê Rojava di şerekî dijwar de ye. Me helwesta Rûsyayê dît ku ne ji gotinên asayî û zelal in. Ew xwe bi eşkerekirina dilgiraniya xwe ya kûr li ser tiştên ku li Xezayê diqewimin razî dike û di vê dozê de fersendek dît ku Washingtonê sûcdar bike. Her wiha sedemên din jî hene ku bi awayekî nerasterast bûne sedema alozbûna vê dawîyê, ji wan jî helwesta Rojavayî ya bêbandor li ser pirsa Filistînê û nehiştina wê wek navbeynkarekî bêalî ji bo dîtina çareseriyeke guncaw ku herdu aliyan razî bike. Pirsgirêka Amerîka ye, ku bêsînor piştgirîya Îsraîlê dike û li ser girêdana xwe ya ji bo ewlehiya Israîlê israr dike.

Tirkiye ji êrîşan sûdê digire

Rojnamevan Hêvîdar Xalid, da zanîn ku Erdogan weke her carê li gorî berjewendiyên partiya xwe li ser geşedanên li Xezayê rawestiya û got: “Ev tê wê maneyê ku mîna demên berê hewl da ji êrîşa Hemasê sûd werbigire, dîsa xwest bi daxuyaniyên durûstiyê bazirganiya li ser meseleya Filistînê bike. Wek her car wî hewl da ku di navbera herdu aliyan de bilîze. Ji ber ku ew pir caran bi her du aliyan re helwesteke razîbûnê û lihevhatî digire. Dema ku hewce bike, ew serî li daxuyaniyên rexnekirina vî alî û wî alî dide, nemaze ger hewce bike ku îmaja xwe li li hundir û derve sererast bike. Dixwaze xwe ji pirsgirêk û qeyranên li hundir û derveyî Tirkiyê rizgar bike. Di heman demê de ji bo bidestxistina destkeftên siyasî û aborî, ne mimkûn e ku sûdê ji gurkirina nakokiyan negire, lewre şantajê dike û di vê yekê de jêhatî ye. Ev ne cara yekê ye ku Erdogan bazirganiyê li ser pirsa Felestînê dike, bi taybetî eger rûbirûbûn di navbera Filistîn û Israîlê de hebe. Tê bîra me tevan, dema ku wî çend sal berê di kong0reya Davosê de çi kir. Wê demê navdariya wî hebû. Bi taybetî di nav Ereb, Misilman û Filistîniyan de belav bû, Ji ber ku di mijara îlham û îqnakirina ereb, misilman û Filistîniyan de, bi ser ket. Wî