Hesekî dê ji bo rojbûna Abdullah Ocalan daran biçînin

Bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan (4'ê Nîsanê), ji 3'yê Nîsanê de li bajarê Hesekê û 7 navçeyên wê (Dirbêsiyê, Zirgan, Til Temir, Til Birak, Hol û Şedadê) yê girêdayî kantona Cizîrê dê...

•
2 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Hesekî dê ji bo rojbûna Abdullah Ocalan daran biçînin

Bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan (4'ê Nîsanê), ji 3'yê Nîsanê de li bajarê Hesekê û 7 navçeyên wê (Dirbêsiyê, Zirgan, Til Temir, Til Birak, Hol û Şedadê) yê girêdayî kantona Cizîrê dê çalakî bên lidarxistin.

Komîteya çalakiyan a Hesekê û navçeyên wê diyar kir ku di çalakiyan de çandina daran li navenda bajêr û gundewarên wî, şahiyên girseyî û çalakiyên çandî pêk tên.

Bernameya çalakiyan wiha ye:

Di 3'yê Nîsanê de li bajarê Hesekê û navçeyên Dirbêsiyê, Zirgan, Til Temir, Til Birak, Hol û Şedadê gel dê daran biçînin. Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Birakê pêşangeha wêneyên Rêber Abdullah Ocalan dê lidar bixe. Li parka 4'ê Nîsanê ya bajarê Hesekê çalakiyên hunerî û çandî dê li dar bixe. Li ser tabloyên rêyan yên bajarê Hesekê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan dê bên pêşandan.

Di 4'ê Nîsanê saet di 20:00'an de li Parka Serdem a bajarê Hesekê şahiyeke girseyî dê bê li darxistin. Li Parka Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê jî saet di 10:00'an de şahiyeke girseyîbi beşdariya şêniyên navçeya Zirganê li dar dikeve. Li navenda Kongra Star a navçeya Şedadê jî saet di 11:00'an de şahiyek bi beşdariya şêniyên bajarokê Mergedê û navçeya Erîşê dê bê li darxistin. Li Parka Şehîd Zevîn a navçeya Dirbêsiyê jî saet di 10:00'an de dê şahiyek bê lidarxistin.

Li navçeya Til Birakê saet di 10:00'an de û li navçeya Holê saet di 13:00'an de şahî tên lidarxistin.

Di 6'ê Nîsanê de li bajarê Hesekê saet di 20:00'an de şevbuhêrkeke hunerî û çandî tê lidarxistin.