Herêma Biradostê bi dijwarî tê bombebarankirin

Li gorî agahiyên ajansa Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta tirk danê sibeha êrîşên dijwar li dijî herêma Biradostê dan destpêkirin.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Herêma Biradostê bi dijwarî tê bombebarankirin

Li gorî agahiyên ajansa Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta tirk danê sibeha êrîşên dijwar li dijî herêma Biradostê dan destpêkirin. Hate ragihandin ku gundên Guzereşê, Geliyê Xakurkê, Bêrkime û Zozanên Qelat hatine bombebarankirin. Têkildarî êrîşan Stêrk tv jî wekî nûçeyeke lezgîn derbas kir lê der barê ziyanên bombebaranê agahî nehatin parvekirin.