Hemû serlêdanên ji bo aqûbeta Nazim Babaoglu red kirin

Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windayan bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluya Amedê di hefteya 788’an de civîyan.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Hemû serlêdanên ji bo aqûbeta Nazim Babaoglu red kirin

Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windayan bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluya Amedê di hefteya 788’an de civîyan. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin rakirin û aqûbeta wan pirsîn. Di çalakiyê de, ji derveyî endamên rêxistina bajarê Amedê ya DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê beşdarî çalakiyê bûn. Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Omer Saman got: “Îro em kesên ku di komkujiya Helebceyê de jiyana xwe ji dest dane û di bîra Kurdan de xwedî cihekî bi êş in bi rêzdarî bi bîr tînin. Di vê erdnîgariya ku şer lê serwer e, em ê bi berdewamî bibin dengê aştiyê.” Masîde Ocak jî ev tişt anî ziman: “Em windakiriyên xwe dixwazin, ji bo hezkiriyên xwe yên ku hebûna wan tê înkarkirin em edaletê dixwazin. Em bi kîlometreyan ji hev dûr bin jî bi heman baweriyê bi heman daxwazê her roja Şemiyê em li vir in. Heta windakiriyên me neyên dîtin em dest