HDP’ê qurbaniyên Madimakê bi bîr anî

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 30’emîn salvegera Komkujiya Madimakê ku di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de li Hotêla Madimak a Sêwasê hatibû kirin, daxuyaniyeke...

•
2 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
HDP’ê qurbaniyên Madimakê bi bîr anî

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 30’emîn salvegera Komkujiya Madimakê ku di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de li Hotêla Madimak a Sêwasê hatibû kirin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber ku hikûmet û dewletê mudaxeleyî êrişê nekir, veguherî karesateke pir mezin. HDP’ê diyar kir ku tevî bi ser komkujiyê re 30 sal derbas bûne jî hêj jî nehatiye ronîkirin û faîlên sereke yên biryara komkujiyê dayîn nehatine darizandin.

HDP’ê destnîşan kir ku Doza Madimakê di nava 30 salan de bajar bi bajar hate gerandin û ev tişt got: “Ev yek jî ji bo malbatên mexdûran veguherî ezyetê. Doz bi salan hate vehêlandin û hate bêbandorkirin. Gelek parêzerên di doza Komkujiya Madimakê de ji partiya îktîdarê bûn parlamenter û hatin xelatkirin. Lewma jî Doza Komkujiya Madimakê hate paşguhkirin û raya giştî bi vê dizane. Faîl heta demekî dirêj nehatin girtin, bersûcê firarî Cafer Erçakmak heta demekî dirêj li cihekî nêzî Walîtiya Sêwasê xwe veşart ûli wir mir. Heta mirina wî negirtina wî, gumanên ji bo parastina faîlan xurtir kir. Ev 30 sal in faîl nehatine girtin û ev jî di wijdana raya giştî ya elewiyan de birîneke xedar e.”

‘Nikare li ber domboriyê bikeve’

Bi domdarî HDP’ê diyar kir ku Komkujiya Sêwasê sûcekî li dijî mirovahiyê ye û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Lewma nikare bikeve ber demborînê. Ji vê komkujiyê kesên bûne hevkarên vî sûcî, yên faîl parastin û yên bêdeng mayîn berpirsyar in. Heke ev komkujî ji her alî ve bihata ronîkirin, dibe ku pêşî li ber komkujiyên Gazî û Ûmraniyê bihata girtin. Îktîdar û dewleta ku bi komkujiyên Madimak û Gaziyê re hevrû nebûn, hêj îro jî di navbera baweriyan de cihêkariyê dikin û kesên ji nasname û baweriyên cuda li dijî hev sor dikin. Mîna di komkujiyên Koçgirî, Dêrsim, Mereş û Çorumê; îktîdar bi Komkujiya Madimakê re jî hevrû nebû. Ji bo aştî û aramiya civakî hewcehî bi hevrûbûnê heye. Ji bo careke din komkujiyên wiha çênebin û faîl bên girtin û darizandin,dê têkoşîna me bidome. Em, hemû qurbaniyên Komkujiya Madimakê bi rêzdarî bi bîr tînin.”