HDP: Ev operasyon ji bo dizîna sindoqan û îradeya gel hatiye kirin

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî operasyona binçavkirinê ya li dijî rojnameger, siyasetmedar, hiqûqnas, sendîkavan, hunermend û gelek kesên din ku...

•
2 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
HDP: Ev operasyon ji bo dizîna sindoqan û îradeya gel hatiye kirin

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî operasyona binçavkirinê ya li dijî rojnameger, siyasetmedar, hiqûqnas, sendîkavan, hunermend û gelek kesên din ku zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îktîdara AKP-MHP’ê ku di erefeya mezintirîn têkçûna xwe ya hilbijartinê de ye, di nava tirs û xofê de êrişên xwe yên li dijî partiya me, rêxistinên civaka sivîl, hêzên çalak ên civakî û muxalefetê bedewam dike. Îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna navend Amed de li 21 bajaran operasyona binçavkirinê hate kirin. Di êrişê de Cîgira Hevseroka Giştî ya partiya me Ozlem Gunduz, endamê MYK’a me Mahfûz Guleryuz, endamên me, rojnameger, hiqûqnas û hunermend jî di nav de zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin.”

Bang: Tevlî xebatên hilibijartinê bibin

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em pir baş ji mebesta vê êrişa ji hêla îktîdara AKP’ê û daraza girêdayî wê ve hatiye kirindizanin. Îktîdara ku ji sala 2015’an heta niha bi darbeyên siyasî, komkujî, propagandaya reşkirinê, bi rêbazên şerê taybet, gef, şantaj û bi her cureyên êrişan hewl dide temenê xwe dirêj bike; bi operasyona binçavkirinê ya îro re pêvajoya derbeyê ya li dijî hilbijartinên 14’ê Gulanê jî da destpêkirin. Ev operasyon, bi mebesta dizîna sindoq û vîna gel hatiye kirin. Bi vê operasyonê re bi awayeke eşkere gef li civakê û tercîhên wan ên siyasî xwarine. Tiştekî wisa rasthatî nîne ku kesên dê ewlehiya sindoqan biparêzin, parêzerên ku dê li dijî bêhiqûqiyan têbikoşin, rojnamegerên ku dê raya giştî ji rastiyê agahdar bikin û siyasetmedarên me yên dê li qadê li dijî AKP’ê têbikoşin bi awayekî hemwext hatine hedefgirtin. Îktîdarê ji ewilî çete û mafyayên ku bi destê xwe mezin kirî şandin qadê û bi zimanê DAIŞ’ê gef li civakê xwarin, niha jî bi destê polîs û darazê yekser mudaxaleyî hilbijartinê dike. Daraz û hêzên ewlekariyê yên ku li dijî kesên li kolanan bi eşkereyî gefa ‘em ê serê we jê biki