Girtiyên siyasî 75 roj in ji bo azadiyê di grevê de ne

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk daye destpêkirin 75 roj in didome.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Girtiyên siyasî 75 roj in ji bo azadiyê di grevê de ne

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk daye destpêkirin 75 roj in didome.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kirine. Çalakiya girtiyan 75 roj in bi biryar u israr didome.

Çalakiya greva birçîbûnê di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de hate destpêkirin û bi biryardarî didome.