Girtî nikare sexbêra xwe bike lê dikare di girtîgehê de bimîne
Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî her hefteyê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiyê li dar dixe. Çalakî, di hefteya 466’an de jî berdewam kir.

Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî her hefteyê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiyê li dar dixe. Çalakî, di hefteya 466’an de jî berdewam kir. Çalakî, li pêşiya avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hat lidarxistin û bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mûstafa Saît Turk ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê tê ragirtin. Daxuyanî, ji hêla Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen ve hate xwendin.
Çevîrmen, da zanîn ku Mûstafa Saît Turk 86 salî ye û tevî nexweşiyên xwe jî di girtîgehê de tê ragirtin. Çevîrmen, wiha domand: “Mustafa Saîd Turk, ev 50 sal in nexweşê şekirê ye û piştî 2016’an du caran xwîn çû ser mejiyê wî. Neçarî doşekê ye, nikare paqijiya xwe bike û nihêrvan pêdiviyên wî yên zarûrî bi cih tîne. 2 sal berê stent xistin dilê wî. Rojê nêzî 4 caran û bi giştî 60 unîteyên însulînê bi kar tîne. Her wiha nexweşê gurçikan e. Fitqa wî ya piştî zêde pêş ketiye. Di heman demê de nexweşê kronîk ê anemisiyê ye.
Bi domdarî Çevîrmen destnîşan kir kudema di 10’ê tebaxê de Turk sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hatiye kirin, di rê de rewşa wî nebaş bûye û ev agahî da: “Bi ambulansê rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Menemenê. Li wir teşhîsa êşa dil û zerikê hate kirin. Di vî halî de tedawiya wî ya paliyatîf hate kirin û ber bi girtîgehê ve bi rê ketin. Li gorî agahiyên kurê wî dane; markerên enfeksiyonê di astên herî bilind de ne. Girêdayî enfeksiyonê jî rewşa delîrîum ku nexweş ji ber ku nikare bi devê xwe xwarinê bixwe, bi rêya sondaya Nazogastrîk xwarin tê dayîn. Tevî êşa dil û zerikê jî şandin Girtîgeha Tîpa R a Menemenê. Dema birin Girtîgeha Tîpa R a Menemenê, ji ber pirsgirêka dil û hilmijînê, rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Menemenê. Piştî mudaxeleyê jî dîsa vegerandin girtîgehê. Li gorî agahiyên bijîşkê girtîgehê da ne; hatiye gotin ku divê bibin nexweşxaneyê lê ji ber ku ewraqên wî pê re nehatine gihandin, nebirin nexweşxaneyê û niha li girtîgehê tê ragirtin. Heke ewraq pê re bihatina gihandin, dê


