Gerîllayê HPG’ê Şahîn li Bismil hat veşartin
Malbata gerîllayê HPG’ê Bîlal Şahîn ku pêr li Herêma Omeriyan a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di operasyona artêşa tirk de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê Şahîn ji Morga Nexweşxaneya Perwerdehî û...

Malbata gerîllayê HPG’ê Bîlal Şahîn ku pêr li Herêma Omeriyan a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di operasyona artêşa tirk de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê Şahîn ji Morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê wergirt. Malbatê cenazeyê Şahîn anî navçeya Bismil a Amedê û li Goristana Gundê Qamişloyê spart axê.
Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê yên Bismilê, MEBDYA-DER û TÛHAY-DER jî di nav de bi sedan kes tev li merasîma cenazeyê Şahîn bûn.


