Gelê Şehebayê 2 şehîdên xwe bi girseyî veşartin

Endamên Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbir Cemîl Nasan û Îsamîl Hesen 8′ê cotmehê di êrişa hewayî ya dewleta tirk de li gundewarê Dêrikê jiyana xwe ji dest dan.

•
2 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Gelê Şehebayê 2 şehîdên xwe bi girseyî veşartin

Endamên Hêzên Têkoşîna Li Dijî Madeyên Hişbir Cemîl Nasan û Îsamîl Hesen 8′ê cotmehê di êrişa hewayî ya dewleta tirk de li gundewarê Dêrikê jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyên her du şehîdan ji Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê wergirtin û bi berî dan Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehizê ya Şehbayê.

Li goristanê merasîmek hat lidarxistin. Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Şaziya Îbrahîm sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xwest û rola şehîdan a parastina destkeftiyên şoreşê û ewlehiya herêmê vegot.

Endamê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Dilsoz Efrîn anî ziman ku plana dewleta tirk koçberkirina gelê kurd û dagirkirina qadek mezintir e.

Dilsoz Efrîn bal kişand ser durûtiya Erdogan û got: "Erdogan li pêşberî çapemeniyê hevxemiya xwe ji bo zarokên Filistînê radigihîne û dibêje ku herêm bi tîbûnê re rû bi rû ye, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên herî hov dike, binesaziya herêmê dike armanc, avê qut dike, zeviyên çandiniyê dişewitîne, zarok û kesên bi temamî bi hovîtî qetil dike."

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hikmet Reşîd sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ew ê têkoşînê berdewam bikin heta Efrîn û hemû deverên dagirkirî rizgar bikin.

Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Rûken Ehmed wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Cenazeyên şehîdan bi dirûşmên "Şehîd namirin" hatin veşartin.