Gel cenazeyên gerîlayên YJA-STAR’ê defin kirin

Endama YJA STAR'ê Bişeng Dûrmûş (Destîna Botan) di şer û bomberdûmana 25'ê Tîrmehê de li herêma Herekol a navçeya Berwarî ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Gel cenazeyên gerîlayên YJA-STAR’ê defin kirin

Endama YJA STAR'ê Bişeng Dûrmûş (Destîna Botan) di şer û bomberdûmana 25'ê Tîrmehê de li herêma Herekol a navçeya Berwarî ya Sêrtê jiyana xwe ji dest da. Gel cenazeye wê li gundê Nêwavî yê Silopiyayê defin kir. Malbata Durmuş piştî DNA'yê keça xwe li morga Nexweşxaneya Sêrtê wergirtin û li gund defin kirin. Gelek welatî jî beşdarî merasîma defînê bûn.

Şîna Durmuş piştî agahî ji malbatê re hatibû li gund hatibû dayin.

Amed

Malbata Semta Ayverdî ya (Benda Amed) a li heman herêmê jiyana xwe ji dest da jî, cenazeyê keça xwe ji Morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sêrtê wergirtin. Malbatê cenaze anî navçeya Bismil a Amedê. Malbatê cenazeyê Ayverdiyê anî goristana li Taxa Seyrantepeyê. Rêveberên DEM Partî û DBP'ê yên navçeyê, endamên Nûnertiya Bismilê ya MEBYA-DER beşdarî measîma cenaze bûn.

Girseyê cenazeyê Ayverdiyê piştî wecîbeyên olî defin kirin.