Fîlmên min ziman û çavên gelê kurd in

Sînemaya kurdî dergehek e ji bo rizgariya gel û welatê me. Rûyê zimanê me, kirasê zar û zêmara me ye. Her wiha kurd hewl didin xwe bi sînemaya xwe bi cîhanê bidin nasîn.

•
3 deqe xwendin
•Nivîskarên Mêvan
Fîlmên min ziman û çavên gelê kurd in

Sînemaya kurdî dergehek e ji bo rizgariya gel û welatê me. Rûyê zimanê me, kirasê zar û zêmara me ye. Her wiha kurd hewl didin xwe bi sînemaya xwe bi cîhanê bidin nasîn. Di vê hejmarê de, derhênerê kurd Mano Khalîl ji me re behsa serpêhatiya xwe û sînemaya kurdî kir. Ka em bi hev re dêhn û bala xwe bidinê.

Te kengî dest bi xebata sînemaya kurdî kir û çi tiştî te ber bi wê ve kişand, nexasim ku heta astekê di wê demê de ev xebat xerîb dihatin dîtin?

Di salê 80`yî de bû, piştî ku min bakeloriya xelas kir, ez çûm Şamê, min 6 salan li wir Yasa û Dîrok xwend. Di wê demê de ji aliyê rêjîma Baas a faşîst a Sûriyeyê ve zordariyeke tûj li dijî gelê kurd dihat meşandin, kultur û zimanê wî qedexe dikir.

Di wê demê de ez wekî ciwanekî kurd, welatparêz û çepgir bûm; li serê min xist ku ez sînemayê bixwînim. Min her tişt da ber çavên xwe, ji ber ku bi rastî kêfa min gelek ji fîlmên sînemayê re dihat. Çêkirina fîlman wekî xebateke bo azadiyê bû, xebatek bû ku min pê derd û kulên gelê xwe nîşan dida. Yanî armanca min ji xwendina sînemayê, ne ew bû ku ez fîlmên komedî yan jî dramayên erzan çêbikim, lê kul û derdên gelê kurd şanî dinyayê bidim. Min jî wekî xortekî kurd, bala xwe dayê, madem ez çekê ranakim û naçim serê çiya û şehîd nakevim, belkî ez çend salan ji wan şehîdan zêdetir bijîm û tiştekî ji wan re bikim, belkî bibim dengê wan, dengê dayik û bavên wan û ev jî bi rêya sînemayê re dê pêkan be. Ji ber ku ez wekî karê şervanekî, li karê xwe dinêrim, rojekê ji rojan ev kar ji hola hêviya azadiya gelê kurd derneketiye û her û her ez hewl didim ku fîlmên min bibin ziman û çavên gelê kurd.

Tu texmîn dikî ku sînema dê ji pirsgirêkên gelê kurd re çareseriyê bîne?

Her kes dizane ku rêjîmên dîktator bi çi rengî ji sînemaya azad ditirsin, çawa dixwazin ku sînema û fîlmê bixin bin destên xwe û wekî propagandayê bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Fîlmê min Davîdê Tolhildan diviyabû ku li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî bihata weşandin, em hazirbûn, xelk jî hatin, lê berî pêşandana fîlmê bi çend saetan, xeber hat ku Wezareta Kulturê ya Mîrnişînên Erebî nameyek ji rêjîma tirk standiye ku fîlmê Davîdê Tolhildan li dijî Tirkiyeyê ye û doza parçebûna Tirkiyeyê dike. Ev meseleya hanê, li Sîngaporê jî pêk hat, konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Sîngaporê bi rengekî fermî ji hikûmeta Sîngaporê xwest ku fîlmê min ji festîvalê biavêjin, ji ber ku li dijî berjewendiyên Tirkiyeyê bû û ji ber ku li ser azadiya kurdan diaxivî. Sînema dikare karê dinyayê biguherîne... gava ku mirov bi hurmet li sînemayê temaşe kir û qedr û qîmet dayê, sînemayê ne wekî karekî bêserî anî ber çavan, dê mirov tê bigihêje ku sînema beşek ji beşên avakirina civaka azad e. Em dizanin, bê çawa rêjîmên faşîst û dîktator welatê kurdan dagir kirine, vê yekê di fîlmên xwe de bi cih kirine û gelê kurd bi çi rengî nîşan dane. Wekî mînak, gelek fîlmên tirkan hene ku gelê kurd wekî gelekî hov û kovî û nemirovnas nîşan didin, da ku bibêjin: “Binêrin kurd nikarin welatekî serb