Êzidî bi daxwaza xwe vedigerin Şengalê

Vegera koçberên Êzidî ya ji bo Şengalê bê navber dewam dike.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
Êzidî bi daxwaza xwe vedigerin Şengalê

Vegera koçberên Êzidî ya ji bo Şengalê bê navber dewam dike. Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku 375 koçberên Êzidî ji wargeha Persef Yek ya li bajarokê Zaxo ya Herêma Kurdistanê, bi daxwaza xwe vegeriyane ser cih û warên xwe yên li Şengalê.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku proseya ji bo vegerandina penaberên di wargehan de dewam dike, ji bo kesên vedigerin ser cih û warên xwe pêdawîstiyên bingehîn tên dabînkirin.