Erdogan: Bibîne roja reş, bikişîne pereyên xweş

Serokkomarê AKP'î Erdogan piştî 57 saetan çû navenda erdhejê Bazarcixa Mereşê. Gel diyar kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in û bertek nîşan da. Gel guh neda Erdogan.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Erdogan: Bibîne roja reş, bikişîne pereyên xweş

Serokkomarê AKP'î Erdogan piştî 57 saetan çû navenda erdhejê Bazarcixa Mereşê. Gel diyar kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in û bertek nîşan da. Gel guh neda Erdogan. Erdogan ji rojnamegerên li Bazarcixê re got: "Ez bi taybetî ji we dixwazim ku ji xeynî daxuyaniyên navenda AFAD'ê keysê nedin provakatoran. Ez dixwazim ku hevalên min ên çapemeniyê keysê nedin van provakasyonan."

Erdogan daxuyand ku 8 hezar û 574 kesî jiyana xwe ji dest daye û 49 hezar û 133 kes birîndar bûne. Erdogan anî ziman ku di roja duduyan a erdhejê de serwerî bi dest xistine û ji bo gel doza sebr û daraamiyê kir. Erdogan got: "Li vir, sebr û deyaxa ku welatiyê min, gelê min ji bo van karesatan nîşan daye çawa be, ez bawer dikim ku dê ji bo vê karesatê jî heman sebr û deyaxê nîşan bide."

Bibîne roja reş, bikişîne pereyên xweş (Bûl qarayi al parayi)

Her wiha Erdogan anî ziman ku bi hezaran mirov di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne û dê ji budçeya ku ji aliyê Wezareta Xezîneû Maliyeyê hatiye veqetandin, 10 hezar TL li mexdûrên erdhejê bê belavkirin.