‘Endamên MÎT’ê jî tevlî êrîşa li girtîgeha Hesekê bûne‘
Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed di hevpeyvîneke xwe ya bi ajansa ANF’ê re dibêje ku di nava êrîşa DAIŞ’ê ya berî salekê li Hesekê pêk hatibû, endamên mîta tirk jî di nav de hebûn.

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed di hevpeyvîneke xwe ya bi ajansa ANF’ê re dibêje ku di nava êrîşa DAIŞ’ê ya berî salekê li Hesekê pêk hatibû, endamên mîta tirk jî di nav de hebûn. Newroz Ehmed di vê der barê de wiah dibêje : Salek di ser êrîşa Hesekê derbas ya 20’ê çileyê 2022’yan hat kirin derbasbû. Di nav salekê de gelek kes hatin girtin. Lêpirsîn ji gelek aliyan hat destpêkirin. Ev êrîş destpêkê ji kû û çawa dest pê kir? Lêpirsîneke giring bû ku ev tişt derketin holê. Beriya êrîşê hin agahî dihatin ku wê êrîş bê kirin. Bi saya van agahiyan gelek hewildanên êrîşê hatin pûçkirin. Di der barê êrîşa dawîn de me nedipa ku wê êrîş bê kirin. Lewre beriya wê gelek hewildanên êrîşê hatin pûçkirin.Êv êrîş di asta herî bilind hatibû organîzekirin. Êv êrîş ji aliyê reveberiya payebilind ve bi rêya komên teng hatiye organîzekirin. Rêvebiriya bilind a DAÎŞ’ê ku li herêmên dagirkirî dimîne, êrîş organîze kiriye. MÎT’ê bi xwe planê sewqkirina çete û cebilxaneyê kiriye. Ev êrîş ne


