Em berxwedana xwe bikin yek

Çalakiyên li dijî qeyûm mezin dibe. Li aliyekî nobeta edaletê digirin, li aliyeki meşên demokrasiyle tên li darxistin.

•
3 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Em berxwedana xwe bikin yek

Çalakiyên li dijî qeyûm mezin dibe. Li aliyekî nobeta edaletê digirin, li aliyeki meşên demokrasiyle tên li darxistin. Xebatên mitînga "Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê" ya ku di 13'ê hezîranê de li Qada Otogarê li dijî tayînkirina qeyûm bê lidarxistin, dewam dikin. Hevserokê KCD, HDK, TJA, DBP û DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partiyê û gelek kes dê beşdarî bibin. Beşek rêveber û parlamenterên DEM Partiyê li navçeyên Colemêrgê “Meşa Demokrasiyê” dan destpêkirin û beşek jî li navenda Colemêrgê mal bi mal gel digerin û gel vedixwînin mitîngê.

Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê û meşvana “Meşa Demokrasiyê” Narîn Gezgor der barê Meşa Demokrasiyê û mîtînga ku sibê li Colemêrgê pêk bê bang kir û xwest hêza xwe bikin yek û berxwedanê bikin yek.

Narîn Gezgor anî ziman ku di 3’ê Hezîranê de qeyûm tayînî vîna gelê Colemêrgê kirin û wiha got: “Em wekî hemû pêkhateyên DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên sivîs û demokratîk li dijî tayînkirina qeyûm emçend roj in li Colemêrgê ne. 2 roj in me ji navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê meşa demokrasiyê daye destpêkirin. Em ê heta Colemêrgê bimeşin. Em çûn serdana gundan. Gel em bi coş û moral em pêşwazî kirin.”

‘Bertekên gel pir zêde ne’

Narîn Gezgor da zanîn ku bertek û nerazibûnên gel ên li dijî tayînkirina qeyûman zêde bûn û wiha berdewam kir: “Gel dibêje em qebûl nakin ku qeyûm tayînî vina me bikin. Em li tevahiya gundên Şemzînanê geriyan. Em hatin navçeya Geverê. Li Geverê jî gel em pir bi coş û moral pêşwazî kirin. Bertekên xwe yên li dijî qeyûman anîn ziman. Gelê Şemzînan, Gever û Colemêrgê dibêjin, ‘Em tayînkirina qeyûman wekî tunehesibandina vîna gel û înkara nasnameyê pênase dikin. Em ê heta dawî li dijî qeyûman li ber xwe bidin’.”

Divê hemû rêxistinên demokratîk bibin yek

Gezgor, da zanîn ku piştî Geverê derbasî Navçeya Çelê jî bûn û serdana gundan kirin û wiha lê zêde kir: “Em li cihê dîrokî û ji bo gel xwedî wate geriyan. Em li gundan bi gel re hatin cem hev. Em bi şev li Çelê man. Li Colemêrgê em ê meşek xurt li dar bixin û bertekên xwe bînin ziman. Çawa ku em gelê kurd li dijî qeyûman serî natewînin û li ber xwe didin, divê gelê tirkiye, jin, ciwan û hemû pêkhateyên Tirkiyeyê jî li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin. Divê hemû partiyên siyasî, rexistinên civakî û demokratîk berê xwe bidin colemêrgê. Em bi hevre mil bidin berxwedana demokratîk. Em bi hevre têkoşina gelê kurd bilind bikin. Heta em bi hevre mil nedin hev û ji bo azadî û demokrasiyê tênekoşin, em ê nikaribin demokrasiyê mayinde bikin. Ji ber vê yekê divê em tev hêza xwe bikin yek. Em berxwedana xwe bikin yek.”