DYA li Sûriyeyê êrîşî milîsên Îranê kir

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Lloyd Austin ragihand ku, DYA'yê roja Çarşemê li Sûriyeyê li dijî "tesîsa depoya çekan" a girêdayî Îranê, weke bersivekê li hember êrîşên li...

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
DYA li Sûriyeyê êrîşî milîsên Îranê kir

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Lloyd Austin ragihand ku, DYA'yê roja Çarşemê li Sûriyeyê li dijî "tesîsa depoya çekan" a girêdayî Îranê, weke bersivekê li hember êrîşên li dijî karmendê DYA'yê, êrişek pêk anîne.

Karbidestê Pentagonê di daxuyaniyekê de got: "Hêzên leşkerî yên DYA'yê li rojhilatê Sûriyeyê li hemberî herêmeke ji aliyê Hêzên Mûxafizên Şoreşê yên Îslamî û komên pê ve girêdayî tê bikaranîn, êrîşeke xweparastinê kirine."

Austin got, "Ev êrîş ji aliyê du balafirên F-15 ên Emerîkî ve li dijî tesîsa depoya çekan hatiye kirin."

Şefê Pentagonê diyar kir ku ev êrîş "bersiva êrîşên li dijî personelên amerîkî yên li Iraq û Sûriyeyê ye."

Artêşa Amerîkayê hêzên Îranê ji êrîşên li ser baregehên DYA'yê berpirsyar dibîne.

Bi şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de ku di 7’ê Cotmehê de dest pê kiribû, êrîşên li ser baregehên DYA'yê yên li Iraq û Sûriyeyê zêde bûne.