Dr. Thoreau: Têkoşîna kurdan stêrkek di nava komstêrkan de ye
Dostên kurdan di 10’ê Cotmeha 2023’an de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hamleya “Ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin.

Dostên kurdan di 10’ê Cotmeha 2023’an de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hamleya “Ji Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Ev hamle bi semîner, konferans, panel, xwendina pirtûkên Ocalan, meşên mezin ên azadiyêû çalakiyên cûr be cûr didomin. Gelek rewşenbir, nivîskar û aktîvist li ser fikr û felsefeya Ocalan civînan li dar dixin û niqaşan dikin. Têkildarî hamleyê û paradîefmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan aktîvîst Dr. Thoreau Redcrow ji rojnameya me re axivî.
Dr. Thoreau Redcrow e têkildarî xebatên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji rojnameya me re parve kir. Dr. Thoreau Redcrow ewil xwe da nasîn û wiha got: “Ez analîstekî kurevî yê Amerîkayî ku di xebatên kurd û neteweyên bêdewlet de bûme pispor. Min hema bêje hemû başarên bakur, başûr, rojhilat û rojava ziyaret kiriye. Min 10 salên xwe yên dawî bi xebatên li ser mijarên der barê Kurdistanê de derbas kir. Parçeyekî vê yekê, ji bo der barê girtina Ocalan de hişyariyekê çêkim, ez bi rêbazên cuda bûm alîkar. Ev xebata min li gelek welatan mina DYA, Almanya, Swîsre, Hollanda, Belçika, Kraliyeta Yekbûyî û hwd. bi tevlêbûna miting, protesto, hevpeyvînên TV’yan, nivîsandina gotaran, tevlêbûna konferansan pêk tê. Di nava vê xebatê de hin caran mijarê dibim Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Parlamentoya Ewropayê jî.”
Konfederalîzma demokratîk sînoran radike
Dr. Thoreau Redcrow li ser paradîgmaya Konfederalizma demokratîk jî rawestiya û wiha got: “Konfederalizma Demokratîk, encama hewldanên salan ên pratîka teoriyê ye. Sentezek felsefî ya pir bi qîmet e. Piraniya sînoran ji bo çavkaniyên rojavayî yên mêtîngeriyê, bi awayekî çêker hatine xêzkirin. Konfederalîzma Demokratîk ji gelek pirsgirekên ku bûne belayên serê Rojhilata Navîn û Başûrê Kurevî re, dibe çareserî. Hêzên Ewropayî, bi piranî ji bo nifusên nijadî bêtir bi hêsani çareser bike sinorên neteweyî xêz dike. Lê tiştaku Konfederalizma Demokratîk dike, sînorên çêker ji holê radike û şensa ku gelên herêmê bi vîna xwe xwe bi rêve bibe û jiyana xwe diyar bike pêş dixe. Ji ber ku axa kurdan ji aliyê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê ve hatiye dagirkirin, ev model ji bo tevlêbûna wan a demokratîk û xwe birêvebirinê ku ji aliyê van dewlatan ve hatiye astengkirin û mafê wan tê înkarkirin, bûye laboratuvarek pir baş e. Fikrên Ocalan di heman demê de, li dijî qeyrana avhewayê jî rê nîşanî me dide. Dîsa ji bo azadiya jinê ku ji aliyê kevneşopiya baviksalarî ve di welatê xwe û di malê de jiyana wan hatiye mêtîngehkirin û sînorkirin, garandiya azadiya jiyana wan pêşkêş dike. Di mijara têkoşîna azadiya kurdan de jî ez bawer dikim ku îro yek ji şerê herî bi lehengî yê li cîhanê pêş dixin e. Ez wê ji Bahoza Bastille (1789) heta Bahoza Qesra Kişlikê (1917), stêrkek ku yek ji stêrkên di nava komsterkan de dibînim. Ez kolanên Sûrê yên berê (2015) wekî Komuna Parîsê (1871), molozên Kobanê yên ku di sala 2014’an de serî


