Divê zagonên pêvajoyê diparêzin bên derxistin

Hevseroka giştî ya OHDê Ekîn Yeter anî ziman ku gavên ji bo bipêşxistina atmosferek bêpevçûn hatine avêtin, diviyabû li hemberî vê gavê, heya niha bi çarçoveyeke qanûnî ya guncav gavên zagonî hatibûna avêtin û got: “Ji bo pêvajo bidome û bi tenduristî bi encam bibe, divê êdî pêvajo li ser zemîneke hiqûqî bimeşe. Divê kesên pêvajoyê dimeşînin, ewlehiya wan liser zemîna hiqûqî û zagonî bê parastin. Divê zagon û qanûnên ku pêvajoyê diparêzin û rê li pêşketinê vedikin bêne avakirin.”

•
1 deqe xwendin
Divê zagonên pêvajoyê diparêzin bên derxistin

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKKê di 5-7ê gulana 2025an de 12emîn kongreya xwe pêk anî û xwe fesix kir. Dîsa li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 19ê hezîranê, di 11ê tîrmehê de li Silêmaniyê bi merasimeke dîrokî çek şewitandin û di 26ê cotmehê de jî hêza xwe ji Tirkiyeyê vekişandin. Ev bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gavên PKKê ji aliyê cîhanê ve ji nêzîk ve hatin şopandin û eleqeyek mezin dît. Gelek entellektuel, rewşenbîr, siyasetmedar, akademîsyen û nivîskarên li cîhanê piştgirî dan banga Ocalan û gavên PKKê. Lê li ruxmê wê, dewletê heta niha ji bo çareseriyê gavên şênber neavêtine. Têkildarî pêvajoya salekê Hevseroka OHDê Ekîn Yeter pirsên rojnameya me bersivandin. 

Di 11ê tîrmeha 2025an de gerîlayên PKKê çek şewitandin. Hûn jî wekî OHDê tev li merasimê bûn. Merasima 11ê tîrmehê wateyek çawa li xwe bar kir û ji wê demê heta niha pêvajo hat ku? 

Divê hemû gavên ku Tevgera Azadiya Kurdî diavêjin wekî îfadeya îradeyê bên dîtin. Ne tenê ji bo avakirina rewşeke bêşer, di heman demê de ji bo avakirina aştî û civatek demokratîk jî divê mirov weke vîneke xurt bibîne. 

Em dikarin hem banga bi vîdeoyî ya birêz Ocalan û hem jî merasima şewitandina çekên pir cure û berfireh a ji aliyê ast û qedemeyên cuda yên rêxistinê ve hat lidarxistin, gaveke pir xurt û pir girîng bihesibînin. Bi rastî, tedbîrên ku piştî vê merasimê hatin girtin, ne tenê li seranserê hemû herêmên Tirkiye û Kurdistanê, li seranserê sînor jî, gavên bihêz ber bi avakirina hawirdorek bêpevçûn bû. 

Ji wê rojê heta niha, gava ku ji aliyê dezgehên dewletê û desthilatdariya siyasî ve hatiye avêtin, tenê gava avakirina komîsyoneke parlementoyê ye. Me dît ku vê komîsyonê di vê pêvajoyê de di nav de akademîsyen, pisporên hiqûqê û rêxistinên jinan jî hebûn zêdetirî sed kes û sazî  guhdar kirin. Komîsyona meclisê piştî van guhdarîkirinan, derbasî pêvajoya amadekirina raporekê bû. Komîsyonê piştî rapor amade kir bi raya giştî re parve kir. 

Ji bo pêvajo bidome, divê kê heta niha çi kiribûya, ji KCKê û dewletê gavên çawa tên hêvîkirin? 

Desthilata siyasî mijara verastkirin û tomarkirina fermî (tespît û tescîl) ya danîna çekan wekî pêşwextek ji bo berdewamiya pêvajoyê danîbû pêşiyê. Di vê mijarê de, em destnîşan dikin ku birêz Abdullah Ocalan bi formulek li ser bingeha teahud (pabendbûnan) ​​nêzî mijarê dibe. Em vê formulê girîng dibînin. Em bawer dikin ku pêdivî ye ku mirov xwe ji israrkirinê ya ‘heta ku qanûn neyên derxistin bi temamî çek nayên berdan an jî heta ku bi temamî çek neyên berdan qanûn nayên derxistin’ rizgar bike. Heta mirov xwe ji vê nakokiyê rizgar neke pêşketin çênabe. Gavên ku ji bo bipêşxistina atmosferek bêpevçûn hatine avêtin, diviyabû li hemberî vê gavê, heta niha bi çarçoveyek qanûnî ya guncav gavên zagonî hatibûna avêtin. Em bawer dikin ku înîsiyatîfa ku wekî "qanûna bingehîn" an "qanûna çarçove" tê binavkirin, divê bêyî derengmayînek din şeklek berbiçav werbigire.

Yekem ji gavên herî krîtîk ên di pêvajoyê de ku di heman demê de şertek ji bo têgiha entegrasyona demokratîk e,  ev e ku di çarçoveya şêwirîna demokratîk de danûstandinên di navbera wekhevan de werin bipêşxistin, biryara li ser "mafê hêviyê" were bicihanîn û paşê jî şert û mercên ku rê bidin birêz Abdullah Ocalan azad bixebite û azad bide û bistîne bêne avakirin. 

Mafê hêviyê destkeftiyek yasayî ye ku bi têkoşîna yasayî ya birêz Ocalan û wekîlan hatiye misogerkirin. Wekî din, ew mijarek e ku li derveyî vê pêvajoyê, divê wekî pêdiviyek yasayî, serbixwe bê pratîzekirin û têkeve meriyetê. 

Pêdivî ye ku ji bo pêvajoya bidome û bi tenduristî bi encam bibe, divê êdî pêvajo li ser zemîneke hiqûqî bimeşe. Kesên pêvajoyê dimeşînin, ewlehiya wan li ser zemîna hiqûqî û zagonî bê parastin. Divê zagon û qanûnên ku pêvajoyê diparêzin û rê li pêşketinê vedikin bêne avakirin. 

Ji bo ku gerîla tev li siyaseta demokratîk bibin, diviyabû di aliyê hiqûqî û zagonî de kîjan gav hatibûna avêtin?

Divê şert û mercên nebûna pevçûnê li ser bingeha siyaseta demokratîk û serdestiya hiqûqê werin danîn. Di vê çarçoveyê de, pêdivî heye ku endamên rêxistinê yên ku çekên xwe datînin, di şert û mercên azadiyê de, bi taybetî bêyî ku bên darizandin û cezakirin, bikaribin beşdarî siyaseta demokratîk bibin. Divê ev şert bi zagonan bên misogerkirin. Ji bo vê yekê, divê bêyî cudahî di navbera kesên ku beşdarî çalakiyan bûne û yên nebûne de, qanûnek berfireh bê derxistin. Her çend guhertinên berfirehtir ên qanûna cezayê dikarin di qonaxên demên pêş de bên kirin jî, gava destpêkê derxistina qanûnek çarçoveyî, bi taybetî ji bo vê pêvajoyê  pêwistiyek lezgîn e. Divê her endamek xwedî mafê beşdarbûna siyaseta demokratîk be; bêyî gefa darizandin an cezakirinê bikaribe tev li siyasetê bibe.

Ne tenê ji bo endamên rêxistinê yên ku çek berdane, her wiha di heman demê de ji bo girtiyên ku niha girtî ne û têne cezakirin jî, zagon bên sazkirin û derxistin. Ji bo vê yekê divê rêziknameyên demkî bên derxistin. Dîsa der barê dozên li dadgeha bilind, tedbîrên demkî yên wekî rawestandina dozê yan rawestandina cîbicîkirina cezayan dikarin bên wergirtin. Divê rêzikname bên danîn da ku bi hezaran kesên niha di girtîgehan de ne û darizandinên wan berdewam dikin, bêyî girtinê bikaribin serbest bên darizandin. 

Desthilat bi gotina ‘Tirkiyeya bêteror’ û DEM Partî jî bi gotina "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ vê pêvajoyê pênase dike. Piştî ku PKKê çek şewitandin, meclisa Tirkiyeyê dê bar bida ser milê xwe. Di vê pêvajoyê de meclisê çiqas erka xwe pêk anî, çiqas xebitî? 

Nebûna nexşerêyeke zelal a komisyonê, meyla wê ya pêşniyarkirina gavên pêwîst û bi reflekseke dudil a domdar, bêdiliya wê ya diyarkirina pirsgirêkên taybet, di nav prosedur û raporê de û nekarîna pênasekirina pirsgirêkê an pêvajoyê bixwe kêmasiyên girîng anî. Qala rastiya koka hebûnê dikin. Lê hêj fêm nekirine ku pirsgirêka esasî çi ye. Hêj ev panese nehatiye kirin. Heta ev pirsgirêka esasî rast neyê pênasekirin, mirov nikare qala nêzîkatiyeke samîmî û ji dil bike. Nêzîkatî û pênaseya bi vî rengî pirsgirêkên din derdixe holê.

Bi dîtina me, mimkun e ku yek ji kêmasiyên bingehîn ên raporê bi nêzîkatiya "ewlehî-navendî" ve werin girêdan. Nêzîkatiyek ku di zimanê raporê de tê bikaranîn jî, xwe nîşan dide ku wekî meseleya ewlehiyê nêzîk dibin. Lê pirsgirêka kurdî mijarek e ku divê berî her tiştî dest ji nêzîkatiyên ewlehî-navendiyê berdin û divê wekî meseleya hebûna nasname û neteweyekê bê dîtin.

Em dikarin bibêjin ku niha rewşek li bendêbûnê heye. Rewşeke ku pêvajoyê dirêj dike û aştiyê bi paş ve dixe heye. Dema ku em vê yekê di çarçoveya mînakên gerdûnî yên çareserkirina şer û pevçûnan de dinirxînin, em dibînin ku pêvajoyên wiha hem "aştiya neyînî" û hem jî "aştiya erênî" dihewînin. Di vê qonaxê de, avakirina hawirdorek bêpevçûn divê wekî aştiya neyînî bê pênasekirin. Bi rastî di lîteratura gerdûnî de jî ev wisa tê pênasekirin.  Ji hêla din ve, aştiya pozîtif behsa pêvajoyek demdirêj dike. Pêvajoyek avakirinê ku piştî avakirina hawirdorek bêpevçûn a ku tê de misogerkirina mafên kolektîf (wek hemwelatîbûn û statuya wekhev) û her wiha mafên der barê beşdarbûna siyaseta demokratîk û azadiya rêxistinbûnê hene.

Em dikarin bi van gavên hatine avêtin, wekî pêvajoyekê ku bingeha pêvajoya bêşer hatiye avakirin bibînin. Lê ev bingeh ji bo bingeha "aştiya pozîtîf” nehatiye avêtin. Em dikarin wekî pêvajoya bêşer binirxînin. 

Gavên ku diviyabû bihatina avêtin û nehatin avêtin bi kê çi da qezenckirin û çi da wendakirin? Taloqkirina pêvajoyê herî zêde bi kêrî kê hat? Hûn vê pêvajoyê çawa şîrove dikin? Rêber Apo çima dixwaze bi lez gav bêne avêtin? 

Tişta ku Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de dixe zorê, midaxeleya hêzên emperyalîst e ku statukoya netewe-dewletê ya li Rohilata Navîn hilweşandiye. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de dîsa midaxeleya hêzên emperyalîst ketibû rojevê. Di vê qonaxê de, şert û merc wisa bûn ku gelek dewlet, tevî Sûriye û Îranê, bi krîzên ewlehiyê yên giran re rû bi rû mabûn. 

Dema mirov atmosfera siyasî ya li Rojhilata Navîn li ber çavan bigire, bipaşvexistina aştiyê ti fêdeyê nade gelên herêmê. Ji ber ku gelên herêmê di nav lepên emperyalîzmê de asê mane, her roj, ji bo van gelan xetereyên nû û gefên komkujiyan derdikevin holê. Ji ber vê yekê, em xwedî berpirsiyar in ku civatek demokratîk ava bikin ku gel tê de bikaribin bi hev re bijîn. Divê em dereng nemînin. 

Eger pêvajoya çareseriyê dirêj bibe, dê rîskên çawa derkevin holê? 

Ji destpêka pêvajoyê ve baweriya gel bi dezgehên dewletê tune ye. Ev bawerî bi dirêjkirina pêvajoyê re kêmtir dibe. Ev yek dihêle ku pêvajo hîn lawaz bibe. Her kes dizane ku ya gelê kurd aniye vê astê têkoşîn e. Gelê kurd hewl dide ku wê têkoşînê berfireh bike û rê li ber pêşveçûna pêvajoyê vebike. Mînaka herî baş a vê yekê Mitîngên Azadiyê bûn. Gel daxwazên xwe bi girseyî tînin ziman. Lê, divê tenê daxwazên xwe neynîn ziman; ji daxwazê zêdetir divê ji bo avakirin û bipêşxistina heqîqetê bêhtir têbikoşin û têkoşînê mezintir bikin. 

Ji parazvanên mafên mirovan ÎHD û OHD jî beşdarî merasimê bûn. Ji bo pêvajo bi pêş bikeve erka van saziyan çi ye? Çiqas vê erka xwe pêk tînin? 

Me rapora xwe ya der barê merasima ku me çavdêrî kir bi hev re bi raya giştî re parve kir. Ji wê demê heta niha em pêvajoyê dişopînin. Em hewl didin ku dem bi dem, bi bikaranîna rê û rêbazên cur bi cur, nêrîn û pêşniyarên xwe yên der barê pêvajoyê bi raya giştî re parve bikin. Gelek saziyên demokratîk niha di pêvajoyeke konferansê de ne. Di vê pêvajoyê de nîqaş li ser çawaniya beşdarbûna pêvajoyê têne kirin.

Konferansa Hiqûqnasên Demokrat ên Kurd dê di 4-5ê tîrmehê de li Hola Konferansê ya Çand Amedê li Amed pêk were. Mijarên wekî çarçoveya dîrokî ya nebûna statuyê, pêvajoya danûstandinên demokratîk, nîqaşên li ser destûreke demokratîk, rêvebiriya herêmî ya demokratîk, ekolojî û peymana civakî ya der barê jinan dê di konferansê de werin gotûbêjkirin. Armanca nîqaşan avakirina bingehek ji bo têkoşînek hevbeş e. Encama wê dê bi rêya encamnameyekê bi raya giştî re bê parvekirin.