'Divê dewlet guh bide xwesteka xizmên windayan'

Xizmîn windayan û rîveberîn Komeleya Mafîn Mirovan (İHD) a Şaxa Amedî di hefteya 755’an de çalakiya “Bila winda bîn dîtin û kujer bîn darizandin” li ber Bîrdariya Mafî Jiyanî ya Parka Koşûyolû...

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
 'Divê dewlet guh bide xwesteka xizmên windayan'

Xizmên windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 755’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê lidar xistin. Di çalakiyê de pankartên ku wêneyên windakiriyan li ser in hate vekirin. Xizmên windayan û ÎHD’a Amedê vê heftê li aqûbeta Cavît Ozalpê ku di 24’ê Tebaxa 1995’an de li navçeya Bismil a Amedê hatibû kuştin, pirsîn. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên ÎHD’ê, malbatên windayan û endamên KESK’ê amade bûn. Di destpêka daxuyaniyê de sekretere şaxê ÎHD’a Amedê Yakup Guven axivî. Guven diyar kir ku dayik bi salane aqûbet û faîlên zarokên xwe dipirsin û divê dewlet guh bide xwesteka van dayikan.