Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li ser Pira Deh Derî olan da

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li Pira Dehderî ya Amedê çalakiya erbaneyê û meşaleyî li dar xistin û bal kişandin ser kuştin...

•
2 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li ser Pira Deh Derî olan da

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li Pira Dehderî ya Amedê çalakiya erbaneyê û meşaleyî li dar xistin û bal kişandin ser kuştin û tundiya li ser jinan.

Gelek aktîvîstên TJA’yê tev li çalakiyê bûn. Beriya çalakî dest pê bike, polîsan ser Pira Dehderî û derûdora wê dorpêç kirin. Tevî astengiya polîsan jî jinan li erbaneyan xist û dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Jinan cilên neteweyî li xwe kiribûn û xemla çalakiyê bedew kirin. Jinan demek dirêj li erbaneyan dan û dirûşm berz kirin. Dirûşmê li Geliyê Dîcleyê olan da.

Erbane û meşale reng dan hev

Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî di nav de komek aktîvîstên TJA’yê jî meşaleyan pêxistin û hatin tev li çalakiya erbaneyê bûn. Piştre jinan li ber çirûskên meşaleyan li erbaneyan dan û bi dengek bilind dirûşm berz kirin. Her çiqas polîsan anaons kir ku çalakî û dirûşma “Jin jiyan azadî” hatiye qedexekirin jî lê belê jinan bi dengek bilind dirûşm berz kir û dengê xwe bi ser dengê anonsa polîsan xist.

Kaya: Walîtiya Amedê ‘Jin jiyan azadî’ qedexe kir!

Piştî çalakiya erbaneyê parlamenter Adalet Kaya axivî. Kaya diyar kir ku ew îro hîn bûne ku Walîtiya Amedê dirûşma “Jin jiyan azadî” û li her deverê dinyayê olan dide qedexe kiriye û got ku ew vê biryara qedexeyê nas nakin û biryarê şermezar dikin.

Adalet Kaya anî ziman ku ew ê têkoşîna li dijî tundiyê, kuştinên jinan, polîtîkayên qedexekirinê û qeyûman bimeşînin û heta azadiyê li qadan bin.

Piştî daxuyaniyê çalaki bi dawî bû û jin bi berzkirina dirûşman belav bûn.