‘Dîmenên heyî rastiya hevkariya dewletê û DAIŞ’ê nîşan dide’
Di 10’ê Cotmeha 2015'an de endamên DAIŞ’ê li GAR’a Enqereyê komkujî pêk anîbû. Doza komkujiyê hê jî bi encam nebûye.

Di 10’ê Cotmeha 2015'an de endamên DAIŞ’ê li GAR’a Enqereyê komkujî pêk anîbû. Doza komkujiyê hê jî bi encam nebûye. Di Doza Komkujiya 10’ê Cotmehê de tevî israr û daxwazên parêzeran jî delîlên heyî 7 sal piştre li dosyayê hatin zêdekirin. Bi van dîmenan re derket holê bê ka Komkujiya Gara Enqereyê û gelek komkujiyên din çawa hatine birêxistinkirin. Ji bersûcan Ahmet Guneş, Mûstafa Delîbaşlar û Okkeş Durmaz, dema di 25’ê adara 2014’an de ji Rihayê diçûn Dîlokê di kontrola rêyê de hatin sekinandin. Di wesayîta wan de gelek materyalên dijîtal ên rêxistinî hatin desteserkirin û li derveyî wesayîtê jî gelek materyalên dijîtal ên di nava gihayî de hatine veşartin hatin desteserkirin. Di van materyalan de dîmenên kesên li herêmên şer ên Sûriyeyê û li kampên perwerdeyê yên DAIŞ’ê perwerdeya çekê dîtin û dîmenên dema kesek înfaz dikirin hebûn. DAIŞ’iyên ku dîmenên wan ên li kampa perwerdeyê DAIŞ’ê û înfazkirina kesekî hebûn, di 30’ê hezîrana 2015’an de bi rapora MÎT’ê hatin berdan. Dîmenên ku


