Di qezaya li Misirê de 32 kes mirin

Li Misirê qezaya trafîkê pêk hat. Di qezayê de 32 kes mirin. Rojnameya El Ehram têkildarî qezayê nûçeyek parve kir.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Di qezaya li Misirê de 32 kes mirin

Li Misirê qezaya trafîkê pêk hat. Di qezayê de 32 kes mirin. Rojnameya El Ehram têkildarî qezayê nûçeyek parve kir. Rojnameyê di nûçeyê de destnîşan kir ku gelek erebe li ser rêya bajarê Buheyra yê Misrê li hev qelibîn û 32 kes mirine û 63 kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên destpêkê, li rê zeyt ji erebeyekê herikiye, di encamê de gelek erebe li hev qelibîne û agir bi hinan ketiye.