Di domana civakîbûnê de rola zimên
Ji bo takekes û civakê fonksiyonên cuda yên civakîbûnê hene. Di pêvajoya civakîbûnê de amûra herî bingehîn a ragihanê ziman e. Civakîbûna takekes bi saya zimên pêkan dibe.

Ji bo takekes û civakê fonksiyonên cuda yên civakîbûnê hene. Di pêvajoya civakîbûnê de amûra herî bingehîn a ragihanê ziman e. Civakîbûna takekes bi saya zimên pêkan dibe. Takekes bi saya ziman ji ceribandinên berê sûdê werdigire; bi saya zimên têkiliyên civakî pêk tîne; bi saya zimên xewn û xiyalên xwe yên siberojê derdibire; bi saya zimên xwe ji xetereyên cuda yên ku jî nedît ve derdikevin holê dîparêze; bi saya zimên xisletên mirovatiyê werdigire, dibe endamekî asayî yê civakê û şêwazeke xweser a jiyanê pêk tîne.
Mirov di pêvajoya civakîbûnê de gelek hêmanên bingehîn vedêguhêze qada jiyanê û li kardariyê dadigerîne. Takekes di nava civakê de hêmanên wekî jest, ravekên bi dest û rû û zimanê laşî fêr dibe û li gor wê kûrahiyê li pêwendî û danûstendinên rojane zêde dike.
Domana jidayikbûnê qonaxeke girîng e; bandorê li hemû qonaxên dîn ên ku pêşketina mirov pêk tîne, dike. Di domana jîdayikbûna mirov de tenê hewcedariyên bingehîn ên pêşketina biyolojîk temam dibin. Ji bilî pîvanên windabûyî yên hebûna biyolojîk, pêşketina mirov aa derûnî û civakî piştî jidayikbûnê pêk tê. Bi vegotineke din çêbûn û geşedana taybetiyên laşî, derûnî, hestyarî û tevgerî yên mirovî di du derdorên cihê de pêk tên. Yek jê di laşê dayika xwe de û ya din jî di pêkhateya civakî de temam dibe. Zarok di malzaroka dayika xwe de ziman hîn dibe. Piştî ku ji bedena dayika xwe diqete, pêşketina wî/wê ya derûnî, di pêkhateya civakî de didome. Qonaxa yekem neh mehan dom dike. Qonaxa duyemîn ji dayikbûnê heta pêşdibisatanê û qonaxa sêyemîn jî ji pêşdibisatnê heta dawiya jiyanê berdewam dike. Ji ber ku ziman di vê qonaxê de temam dib, ji bo têkiliyên civakî dibe pêdiviya herî girîng jî. Lewre mirov di hemû qonaxên jiyana xwe de ziman bi kar tîne û kêmasiyên xwe yên biyolojîk, derûnî û civakî jî divê qonaxa dawî de temam dike û dibe mirovekî asayî. Qonaxa sêyemîn a civakîbûnê dike ku takekes bi kesên din re têkiliyê dayne û wekî endamekî civakê bi berpirsiyarî tevbigere. Îcar li gel van têkiliyan;


