Di bin navê ceza de Diyanetê îmamê 'pedofîlî' xelat kir

Li Rihayê, îmamê mizgefta Mevlana Halîd Mehmet Şukru Dortbûdak parastina pedofîlê kir û êrîş perwerdeya tevlîhev a zarokên keç û kur kir.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Di bin navê ceza de Diyanetê îmamê 'pedofîlî' xelat kir

Li Rihayê, îmamê mizgefta Mevlana Halîd Mehmet Şukru Dortbûdak parastina pedofîlê kir û êrîş perwerdeya tevlîhev a zarokên keç û kur kir. Serokatiya Karên Diyanetê, qaşo Dortbûdak “ceza” kir û 500 TL ji mûçeyê wî birî.

Li gorî nûçeya ku rojnameya Cûmhûriyetê der barê mijarê de derbas kiriye, Diyanetê ji ber banga 'pedofîlî' cezayê şermezarkirinê û ji ber banga 'perwerdeya tevlîhev' jî 500 TL ji mûçeyê îmam biriye.