Di 18’ê adarê de starta hilbijartinê dest pê dike

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener, di civîna çapemeniyê de axivî.

•
2 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Di 18’ê adarê de starta hilbijartinê dest pê dike

Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener, di civîna çapemeniyê de axivî. Yener, da zanîn ku dîroka destpêkirina xebatên ji bo hilbijartinên Serokkomariyê û hilbijartinên giştî yên serdema 28’emîn ên di 14’ê gulanê de bên kirin weke 18’ê adarê hatiye diyarkirin û got: “Xebatên ji bo diyarkirina prensîbên dengdayînê yên dengdêrên li hundir û derveyî welat jî dewam dikin."

Partiyên ku bikevin hilbijartinê

Biryara YSK’ê ya têkildarî partiyên siyasî yên ku dê tev li hilbijartinê bibin, di hejmara duh a Rojnameya Fermî de hate weşandin. YSK'ê di biryara xwe ya weşandî de diyar kir ku li gorî madeyên eleqedar ên qanûna bi hejmara 298 a “Li ser Bendên Bingehîn ên Hilbijartin û Qeydên Hilbijêran” û “Qanûna Partiyên Siyasî” ya bi hejmara 2820'an, 36 partiyên siyasî yên hatin dîtin ku herî kêm 6 meh beriya 14'ê gulana 2023'yan kongreyên xwe yên mezin lidar xistine û herî kêm nîviyê bajaran rêxistinên xwe avakirine dikarin tev li hilbijartinê bibin.

Navên partiyên ku dê bikarin tev li hilbijartinê bibin wiha ne:

1- Partiya Dad û Yekitiyê

2- Partiya Edaletê

3 - Partiya Pêşketin û Edaletê

4- Partiya Niştiman (Anavatan)

5- Partiya Tirkiyeya Serbixwe

6- Partiya Yekîtiya Mezin

7 - Partiya Tirkiyeya Mezin

8- Partiya Gel a Komarê

9 - Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê

10- Partiya Çep a Demokratîk

11- Partiya Demokrat

12- Partiya Kedê

13- Partiya Pêşerojê

14- Partiya Ciwan

15- Partiya Yekitiya Hêzan

16- Partiya Maf û Azadiyan

17- Partiya Rizgariya Gel

18- Partiya Demokratîk a Gelan

19- Partiya Doza Azad

20- Partiya İyî

21 - Partiya Memleket

22- Partiya Netewe

23 - Partiya Tevgera Netewperest

24- Partiya Riya Neteweyî

25- Partiya Seadetê

26 - Partiya Çep

27- Partiya Guhertinê ya Tirkiyeyê

28- Partiya Karkeran a Tirkiyeyê

29- Tevgera Komunîst a Tirkiyeyê

30- Partiya Komunîst a Tirkiyeyê

31- Partiya Wetan

32- Partiya Jinûve Refah

33- Partiya Nûbûnê

34 -Partiya Tirkiyeya Nû

35- Partiya Pêşeroja Çep û Keskan

36 - Partiya Zafer