Dewleta tirk li Tirbespiyê êrîşî wesayîtekê kir

Dewleta tirk êrîşên xwe yên bi droneyan ên li dijî rojavayê Kurdistanê didomîne.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Dewleta tirk êrîşên xwe yên bi droneyan ên li dijî rojavayê Kurdistanê didomîne. Di vê çarçoveyê de li Dewleta tirk li xaçerêya gundê Maşûqê ya 7 kîlometre li rojhilatê Tirbespiyê ye droneyekê biçek li wesayîtekê da.

Di encama êrîşê de piraniya wesayîtê şewitî lê agahî nehat bidestxistin ku çend kes di wesayîtê de bûne û tiştek bi wan hatiye ya na.