Dewleta tirk êrîşê Kobanê, Qendîl, Dêrik, Şehba û Girê Spî dike

Îşev dewleta tirk di destpêkê de li Kobanê ya ku dikeve rojavayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; gundê Belûniyê yê girêdayî Şehbayê ya ku dikeve başûrê rojavayê Kobanê û bi balafirên şer gundê Teqil...

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Îşev dewleta tirk di destpêkê de li Kobanê ya ku dikeve rojavayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; gundê Belûniyê yê girêdayî Şehbayê ya ku dikeve başûrê rojavayê Kobanê û bi balafirên şer gundê Teqil Beqil ê nêzê Qereçox a girêdayî Dêrikê ya li rojhilatê Herêma Xweser bombebaran dike.

Dewleta tirk êrîşê ambara genim Dehir Ereb a li bakurê rojhilatê Zirganê kir.

Li Girê Spî mirî û birîndar hene

Piştî êrîşê hat hînbûn ku li gundê Qizêlî yê Girê Spî, mirî û birîndar hene. Li gorî agahiyên destpêkê 2 leşkerên hikûmeta Şamê, di encama bombebaranê de birîndar bûne.

Dema ku xelqê Dêrikê xwest here alîkariya kesên birîndar êrîşa duyem li ser Teqil Beqilê pêk hat. Êrîş hê jî didomin.

Êrîş li ser Qendîl û Asosê jî heye

Li gor nûçeyên ku tên parvekirin, balafirên şer ên dewleta tirk Qendîl û Çiyayê Asosê jî bi dijwarî bombebaran dikin.