Demên qeyranê: Serkeftin an jî binketin
Qeyran yek ji teoriya vegotina pêşketina xweza û civakê ye. Li gorî vê teoriyê pêşketinên pergalî û avahîsaziyê di encama derketina qeyranê de çêdibin.
Qeyran yek ji teoriya vegotina pêşketina xweza û civakê ye. Li gorî vê teoriyê pêşketinên pergalî û avahîsaziyê di encama derketina qeyranê de çêdibin. Ango ji bo guhertineke mezin û domdar pêk were pêdivî bi qeyranê tê dîtin. Her sazî û pêkhate piştî demekê dikeve nav qeyranê û diguhere/vediguhere.
Peyva beramberî qeyranê ‘kaos’ e. Ev peyv ji zimanê yewnanî derbasî zimanên din ên Hînt-Ewropî bûye. Tê wateya ‘rewşa berî pergalbûnê, rewşa berî hebûna gerdûnê, valahî’. Her wiha di wateya dijberî hişkbûnê de wekî ‘herikbarî, av, behr’ jî tê bikaranîn. Dema mirov peyvê digire dest hema bêje di hemû wateyan de dijberiiya pergalbûne heye. Ango rewşeke ku bi dest nayê girtin, rewşeke ku bi teşeyê wê nikare were tarîfkirin, nikare were vegotin heye. Lewma carinan di demê qeyranan de ji ber karaktera kaosê ne pêkan e rewş bi tevahî were fêmkirin. Jixwe heke rewş bi tevahî were ravekirin, tê wê wateyê ku rewş bi pergal e. Hewceyî bi nirxandineke cuda tune ye.
Pirdengiya qeyranan
Ev demên ku em tê re derbas dibin jî mirov dikare wekî rewşa qeyranê binirxîne. Lê ev qeyran piralî ye. Aborî, siyaset, civak, huner… di nav qeyranê de ye. Tiştek wekî berê nameşe. Stratejî û bernameyên siyasî ji demê re nabin bersiv. Li her derê şer heye. Li her derê tevlîhevî heye. Ji ber rewşa qeyranê nirxandinên ku îro tên kirin piştî kêliyeke din vala derdikevin. Taybetiya kêliyên qeyranê ew e ku texmînkirina geşedanan û pêşbîniya bûyeran zehmet e. Ji bo dahûrandina pêşketinan pêdivî bi agahiyeke berfireh û zanîna karakterên hêmanan heye. Lazim e her hêmaneke aliyê bûyerê xurt were naskirin. Di qeyranê de îhtîmala hamleyên werin kirin gelek in. Heke di rewşên asayî de ew îhtîmal sê bin, di demên qeyranê de dibin neh, dibin bîst û heft… Lê îhtîmal çiqas zêde bin jî di encamê de yek hamle bi ser dikeve. Ji bo rewş were fêmkirin bi mînakekê zelal bikim. Çar gogên rengê şîn, zer, sor û kesk bigirin dest. Yek şîn, pênc zer, deh sor û heştê û çar heb jî kesk, bi tevahî sed hebgogê me hebin. Di rewşên asayî de cihê her gogê diyar e û mirov kîjanê bixwaze radihije wê. Lê di demên qeyranê de cihê van gogan ne diyar e. Hemû li nav hev dikevin. Wekî di torbeyekî de bin em bifikirin. Dema mirov bixwaze gogekê rahije gelek îhtîmal derdikevin holê. Îhtîmala herî mezin ya rengê kesk e: Ji sedî heştê û çar. Yanî bi qasî hejmara gogan îhtîmala derketina rengan heye. Dema mirov dinêre îhtîmala herî biçûk ya rengê şîn dixuyê. Lê rastiyeke wiha heye: Dema me destê xwe avêt torbey^^e û rahişte gogekê îtîmala hemûyan dibe wekhev. Yanî ji çar rengan yek dê derbikeve. Şensê her çar gogan jî heye. Dibe ku ya pêşî ya şîn derbikeve. Ji derve dema mirov dinêre zehmet dixuye ku ya şîn derkeve. Lê qet nediyar e kîjan derbikeve. Li gel ku şensê herî kêm ya goga şîn e, dîsa jî di goga pêşî de dibe ku ya şîn derbikeve.
Dualîbûna encamên qeyranan
Demên qeyranê jî wiha ne. Îhtîmal heye ku hemû alî bi ser bikevin. Lê di navbera mînaka torbeyên gogê û qeyranên pergalên civakî de cudahî heye. Mirov nikare îhtîmala derketina gogan biguhere lê dikare îhtîmala serkeftina aliyên qeyranên civakî biguhere. Dema te destê xwe xist nav torbe tu nizanî kîjan gog dê were destê te. Ji ber ku reng û şêweyên gogan wekî hev in, tu nikarî bi zanebûn gogekê hilbijêrî. Hemû girêdayî şensê te ye. Lê di qeyranên civakî de rewş diguhere. Ji ber ku derfetê nirxandin û dahûrandina hêz û aliyên qeyranê heye, derfeta guhertina rewşê jî heye.
Kaos û îhtîmalên serkeftinê
Ji ber xisletê kaosê îhtîmala serkeftina hemû aliyan heye. Ji bo serkeftinê hinek xalên ku li ser wan were rawestandin hene. Di kêliyên kaosê de xala yekemîn pênasekirina qeyranê ye. Xala duyemîn jî avakirina rêveberiyeke li gorî pênasekirina qeyranê ye. Berî her tiştî divê were zanîn ku bi hewldan û tevgerên demên asayî kêliyên kaosê nikarin werin birêvebirin û îdarekirin. Heke tevgerek dixwaze di kêliyên qeyranê de bi ser bikeve divê rêveberiyeke li gorî kêliyên kaosê ava bike. Ango divê rêveberî û rêbertiya kaosê hebe. Li gorî berfirehî û kûrahiya kaosê rêveberiyek were avakirin. Ji bo wê jî di serî de divê karakterê kaosê were zanîn. Yanî gelo qeyrana tê re derbas dibin di çi qadê de derketiye holê û ji ber çi derketiye holê? Mesela heke di qada aboriyê de qeyran hebe û tu rabî rêveberiyeke ku ji sîyasetê fam dikî ji bo vê qeyranê berpirsyar bikî di serî de wenda dikî. An jî kesên di karê leşkerî de serkeftî bin bînî ser rêveberiya kaosa siyasetê nikarî encameke xurt bigirî.
Şayesandina hêzdariyê
Xala sêyemîn naskirina aliyên qeyranê ye. Di nava qeyranê de kîjan hêz û tevger cih digirin? Pêşniyariyên çareserkirina qeyranê ya van hêz û tevgeran kîjan e? Kîjan hêz nêzî bernameya te ye, kîjan hêz dijberî çareseriya te ye? Derfetên van hêz û tevgeran çi ne? Kîjan hêz û tevger ji kîjan aliyî ve xurt e? Divê bersiva van pirsan di dest rêveberiyê de hebe. Mesele tenê naskirina xwe an jî tenê naskirina aliyên dijberî xwe nîne. Divê di heman demê de bi qeweta xwe jî bizanîbî. Qeweta te têra çiqas tevgerê an jî pêngavê dike? Bi qeweta xwe dikarî di destpêkê de çi, çiqasî biguherînî? Tespîtkirina van xalan gelekî girîng e.
Pêşbîniya siberojê pêwîst e
Xala çarem texmînkirina pêşerojê ye. Gelek tevger li gel ku gelekî xurt in jî ber bi dawiya qeyranê derfetên serkeftinê wenda dikin. Ev handîkapa herî mezin a tevgerên demokratîk û azadîxwaz e. Di dîroka şaristaniya dewletî de em dibînin ku hertim li hemberî zordariyê, gelan, baweriyan, tevgerên azadîxwaz serî hildane. Di encamê de zordar têk birine lê ne bi demeke kin dîsa zordarên din mezin bûne. An jî zordaran dest danîne ser serkeftinan. Gelo çima wisa dibe? Bêguman gelek sedemên vê rewşê hene. Lê di serketina qeyranê de yek ji xalê herî girîng parastina hêz û pêşbîniyeke xurt a ber bi dawiya qeyranê ve ye. Di demên qeyranê de hemû hêz dixwazin bi ser bikevin. Bi taybetî hêza serdest a ku rêvebirin di destê wê de ye ji bo ku ji rêveberiyê nekeve hemû hêzaxwe bi kar tîne. Mesela di holdîngekê de rêveberî ji bo ji kar neyê girtin, dê serî li hemû rê û rêbazan bide ji bo bi ser bikeve. An jî desthilatek ji bo ku dîsa li desthilatê bimîne dê hemû hêza xwe li hemberî muxalefetê bi kar bîne. Û her bixwaze rewşê li gorî xwe bide nîşandan. Ev hêz digihije asteke wisa ku texrîbateke mezin li ser hêzên muxalîf çêdike. Tam di wê kêliya ku desthilat li ber hilweşînê ye de şert û merc gelek zehmet dibin. Desthilat di kêliya xwe ya dawî de xwe ji her demê bêtir bihêztir dide nîşandan. Piştî ku desthilat hildiweşe vê carê valahiyeke mezin derdikeve holê. Ev valahî piranî ji aliyê hêzên ku ne di hesab de ne tê tijekirin. Çima? Ji ber ku hêzên dijberî desthilatê qeweta xwe hemûyî berî hilweşandina desthilatê bi kar tînin. Hemû amadekariyên wan li gorî dema qeyranê ne. Vê carê dema desthilat hildiweşe amadekariya piştî hilweşînê ji ber ku tune ye yan pêdivî bi hin aliyên din dibîne yan jî hin aliyên din dikevin cihê desthilata hilweşiyayî. Di encamê de


