DEM Partiyê namzetên bajarên mezin diyar kir
Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan namzetên hevşaredariyê yên partiyê yên 13 bajaran eşkere kir.

Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan namzetên hevşaredariyê yên partiyê yên 13 bajaran eşkere kir. Li gorî vê yekê Gultan Kişanak û Ozturk Turkdogan weke namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê hatin nîşandan.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li Navenda Giştî ya Partiyê daxuyanî da û biryarên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) eşkere kir. Di daxuyaniyê de bajarên ku dê namzet lê bên nîşandan û navên namzetan hatin eşkerekirin.
Navên bajar û namzetan wiha ne:
Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê: Gultan Kişanak - Ozturk Turkdogan
Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê: Celalettîn Ekmen - Gulser Yildirim
Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê: Selman Tutumlu
Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê: Abdulvahap Ekîm- Sevîm Şîmşek Bayram
Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê: Îhsan Seylan- Bîlmez Erboga
Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê: Gulbahar Gunduz - Bulent Kiliç
Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê: Hasan Ozguneş - Selda Îlgoz Koçyîgît
Namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê: Suzan Koç - Naîf Kanat
Namzetên Şaredariya Osmaniyeyê: Zîver Gumuş - Zîlan Karaguzel
Namzetên Şaredariya Kîlîsê: Ahmet Uçer- Azîze Akoglû
Namzetên Şaredariya Xarpêtê: Hayrettîn Kaya - (A jin dê di rojên pêş de bê eşkerekirin)
Namzetên Şaredariya Semsûrê: Meryem Cerîtlî - Bahattîn Bîlgîn
Namzetên Şaredariya Dêrsimê: Cevdet Konak - Bîrsen Orhan
Namzetên Şaredariya Dîlovasi ya Kocaeliyê: Mûstafa Avci - Şevîn Coşkun


