DEM Partiyê bersiva îdiayên têkildarî Îzmîtê da

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îdiaya ku dibêje namzetê xwe yê Şaredariyê ya Bajarê Mezin a Îzmîtê Gencer Demîrkaya paşvekişandine derewand.

•
1 deqe xwendin
•Editoryaya Rojevê
DEM Partiyê bersiva îdiayên têkildarî Îzmîtê da

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îdiaya ku dibêje namzetê xwe yê Şaredariyê ya Bajarê Mezin a Îzmîtê Gencer Demîrkaya paşvekişandine derewand. Di daxuyaniyê de DEM Partiyê wiha got: “Îdiayên ku dibêjin DEM Partiyê namzetê xwe yê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîtê paşve vekişandiye û dê piştgiriyê bidin namzetê CHP’ê, rast nîne. Hevalên me yên namzet Gencer Demîrkaya serlêdana xwe kiriye û hatiye erêkirin. Em careke din jê re serkeftinê dixwazin.”