DBP: Heta azadiya Ocalan tê dêkoşîn bidome

DBP’ê di belgeya helwestê de bal kişand ser seferberiya xwebirêxistinkirinê û got ku tekane muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.

•
9 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
DBP: Heta azadiya Ocalan tê dêkoşîn bidome

DBP’ê di belgeya helwestê de bal kişand ser seferberiya xwebirêxistinkirinê û got ku tekane muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. DBP’ê biryar da ku heta azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bê dê têkoşîna wan bidome.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beriya 6’emîn Kongreya Awarte ya ku dê di 12’ê mijdarê de li Enqereyê li dar bixe, li navçeya Rezan a Amedê li eywaneke dawetê bi dirûşma “Em ê bi civaka rexistinbûyi jiyana azad ava bikin” konferansa xwe ya mezin li dar xist. Di konferansa ku bi hezaran kes tev li bûn de belgeya helwestê hate eşkerekirin.

DBP’ê “Belgeya Helwestê ya Konferansa Em ê bi Civaka Rêxistinbûyî Jiyana Azad Ava Bikin” bi zimanên kurdî û tirkî amadekir. Di belgeyê de nexşerêya xeta têkoşînê ya dema pêş destnîşan kir. Di belgeya helwestê de azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hate diyarkirin. Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Aynûr Sarica belgeya helwestê xwend.

Belgeya helwestê ya DBP’ê wiha ye:

“Daxuyannameya Konferansa me ya der barê eniya têkoşînê ya ji bo serdema li pêşiya me de ye. Konferansa me di 5’ê Mijdara 2023’yan de li Amedê bi şîara “Em Bi Civaka Birêxistinbûyî Jiyana Azad Ava Bikin” hat lidarxistin.

Di serî de em şehîdên xwe yên demokrasiyê bi minetdarî bi bîr tînin; wek nîşaneya şopdariya bîranînên wan, em sozê xwe yê gihîştina serkeftinê careke din dubare dikin. Şehîdên demokrasiyê, di serî de gelê Kurd, ji bo azadî û mafên bingehîn ên gelên bindest têkoşîneke dîrokî meşandine, îro jî Partiya Herêmên Demokratîk vê angaşta kevneşopiya siyaseta me ya birûmet bi israr û biryar didomîne. Em hevrayên xwe yên ku ji ber nirxên pîroz ên têkoşîna me ya azadiyê di zindanên faşîzmê de ne û ligel tevahiya dijwariyan li qadan berxwedana xwe didomînin û gelê xwe yê berxwedêr bi hestên şoreşgerî silav dikin.

Wek gel em di pêvajoyeke dîrokî û xeternak re derbas dibin. Partiya me di çarçoveya xebatên Kongreya Awarte ya 6’emîn de, di civînên bi gel re de hem serdema borî, hem jî pêdiviyên serdema têkoşînê ya li pêşiya me bi awayekî berfireh nirxandin. Di vê çarçoveyê de kongreyên me yên bajar û navçeyan bi piranî hatin çêkirin. Bi hêz û morala ku me ji nîqaşên ku bi gel û rêxistinên me re hatine kirin me girtî îro (5’ê Mijdara 2023’yan), li Amedê, bi beşdariya bi hezaran kesan, me konferansa xwe ya mezin bi şîara “Em Bi Civaka Birêxistinbûyî Jiyana Azad Ava Bikin” li dar xist. Pêvajoya konferans û kongreyê biryardariya têkoşînê ya teqez û qewîn a gelê me û rêxistinên partiya me ya li dijî êrîşên tund û bê navber ên faşîzmê careke din derxistiye holê. Li ser bingeha ezmûnên rabirdûyê yên ku bi rêya rexne û xwerexneyê derketine holê, wek partî, me peywir û berpirsiyariyên rêxistinî, polîtîk û bîrdozî yên serdema nû destnîşan kirine û me vîn û biryardariya têkoşînê hatiye kirpandin.

Konferansa me qeyrana ku pergala modernîteya kapîtalîst tê de ye û bi wê ve girêdayî aloziya ku li Rojhilata Navîn heye û rewşa şer a ku li Kurdistanê didome bi awayekî berfireh nirxand. Bi zanîna ku tekane rêya çareseriyê modernîteya demokratîk e, girîngiya sepandina hişmendî û Paradîgmaya Demokratîk, Xwezaparêz û Azadîparêziya Jinê ya ku Rêzdar Abdullah Ocalan pêşkêşî mirovahiyê kiriye hat kirpandin. Konferansa me êrîşên qirkirina xwezayê, qirkirina civakê û qirkirina çandî ya ku faşîzma netewedewletê û hevkarên wê li Kurdistanê pêk tînin nirxand û biryar da ku di çarçoveya xurtkirina xeta çalakiyên demokratîk ên “Têkoşîna Bîrdozî”, “Perwerdehî û Rewşenbîrî”, “Birêxistinbûn û Avabûn” de têkoşîn bê xurtkirin û li ser vê bingehê daxwaza nasname û statuyê ya gelê Kurd bi şîara “Em Bi Civaka Birêxistinbûyî Jiyana Azad Ava Bikin” bê geşkirin. Konferansa me di çarçoveya vê rojevê de nexşerêya serdema li pêşiya me diyar kiriye û xeta têkoşînê zelal kiriye. Li gor vê yekê;

Li dijî qeyrana modernîteya kapîtalîst tekane rê moderniteya demokratik e

Qeyranên piralî yên ku modernîteya kapîtalîst dijî zêdetir û mayînde dibin. Qeyran ûaloziyên ku derketine holê êdî gihîştine asteke wisa ku li hemberî hebûnê xetereyan diafirînin. Pergala kapîtalîst a ku xwe bi şeran didomîne, mêtingeriyê zêdetir dike û di serî de Rojhilata Navîn, gelek qadên cîhanê veguherandiye qada pevçûn û şerên bêdawî. Li herêmên şer û pevçûnan ên ku bi jehra nijadperestî û olperestiiyê gelan dikin dijminên hev û berî hev didin, tawanên li hemberî mirovahiyê tên kirin. Bi komkujî, qirkirin, birçîbûn û xizaniyê bi milyonan mirov ji cih û warên xwe tên derxistin, bi darê zorê koç dikin, bi sedan milyonan kes ji pêdiviyên bingehîn ên jiyanê bêpar dimînin, bi milyaran kes nikarin xwe bigihînin ava paqij, pergala xwezayî tê hilweşandin û mirovahî ber bi karesatê ve diçe.

Ya xeternak jî ev e ku pergala modernîteya kapîtalîst a ku berpirsa vê rewşê ye û netewedewletên ku amûrên wê ne tu rêyeke wan a çareseriyê ji bo van pirsgirêkên ku ji bo mirovahiyê gihîştine asta karesatê tune ye. Berovajiyê wê, di serî de çavkaniyên aboriyê yên mirovahiyê yên kuxistine binê kontrola xwe, tevahiya derfetan ji bo şer, qirkirin û qetliyamên nû bi kar tînin. Alozî û qeyranên ku ji ber avaniya pergalê derdikevin holê, şer û mêtingerî, ne pêkan e ku ji aliyê pergalê ve bên çareserkirin. Ev pergala wehşî bi tevahiya sazî û lijneyên xwe xitimiye û têk çûye. Her wekî ku mar bi qemçika xwe vedide, netewedeweletên ku berhemên pergala modernîteya kapîtalîst in û li ser bingeha olperestî, nijadperestî, zayendperesetî û siyaseta rastgir hatine avakirin, pergala modernîteya kapîtalîst ji holê rakiriye; bi hişmendiya “kî bi kê bikaribe” ya ku karakter û rûyê rasteqîn ê pergalê ye serdemeke ku zagonên wehşetê derbasdar in afirandiye. Wehşeta modernîteya kapîtalîst bêguman civakîbûn û nirxên wê, gelên ku bi darê zorê tên koçkirin, tên qetilkirin û mêtin ji xwe re dike armanc. Ji ber vê yekê jî, li hemberî pergala civakkuj, jinkuj û xwezakuj, çareserî bi pêşengiya şoreşgeriya demokratîk û gelên bindest, têkoşîna yekgirtî û hevpar e. Tekane çareseriya li hemberîpergala dagirker, mêtinger û kujer û wek amûreke wê netewedewlet a ku bi nijadperestî, olperestî, mezhebperestî û dijminatiya jinê gelan jehrî dike û berî hev dide, bi Paradîgmaya Demokratîk, Xwezaparêz û Azadîparêziya Jinê, pergala neteweya demokratîk, xweseriya demokratîk û konfederala demokratîk a ku li ser bingeha wekheviya tevahiya cudahiyan tê avakirin e.

Konferansa me, li ser bingeha rastiya ku li hemberî van her du êrîşkarên ku bingeha xwe ji aliyê bîrdozî, polîtîk û hişmendiyê ve ji heman çavkaniyê digirin, ne bêalternatîf, bêçare û bêçareserî ye, bi awayekî zelal biryardariya xwe ya ji bo xurtkirina têkoşîna ji bo Paradîgmaya Demokratîk, Xwezaparêz û Azadîparêziya Jinê û beşdariya tevahiya gelan a vê têkoşînê diyar kiriye.

Bandora gerîneka stemkar û xwînrêj a modernîteya kapîtalîst a ku li ser bingeha şer û mêtingeriyê xwe he dike herî zêde li Rojhilata Navîn heye. Pirsgirêkên ku di encama hişmendiya înkar û îmhayê ya ku cudahiyan tune dihesibîne ya netewedewletên despotîk de derketine holê bi sedan salan in bi sepanên nijadperest, olperest û mezhebperest rê li çareserkirina wan hatine girtin. Cudahiyên etnîkî, bawerî û çandî yên gelan ên ku li ser bingeha wekheviyê bi hêsanî dikarin werin gel hev, pirsgirêkên aborî, civakî û polîtîk ên herî hêsan jî veguherandine qadên pevçûnên mayînde yên şer û mêtingeriyê. Gelên herêmê yên ku di nava netewedewlet, olperestî û nijadperesetiyê de hatine fetisandin ketine gerîneka mêtingerî û paşverûtiyeke reştarî û hêza wan a çareserkirina pirsgirêkan bê liv û tevger maye. Vê gerîneka stemkar û xwînrêj ji aliyekî ve ji bo ku netewedewlet desthilatdariya xwe bidomînin, ji aliyê din ve jî ji bo ku berhem û çavkaniyên herêmê ji bo hêzên hegemonîk ên kapîtalîst bên pêşkêşkirin zemînê diafirîne.

Di serî de pirsgirêkên Kurdistan û Filîstînê, tevahiya şer û pevçûnên ku li herêmê diqewimin encamên Şerên Parvekirinê yên Cîhanê yên Yekemîn û Duyemîn ên pergala modernîteya kapîtalîst û dîzayna ku li herêmê çêkirine ne. Civakên ku tê de komên etnîk, bawerî, çand, erdnîgarî û gelheyên cuda li gel hev dijîn, bi armanca afirandina netewedewletan, bi polîtîkayên nijadperest kirine dijminên hev. Di serî de pirsgirêkên Kurdsitanê û Filîstînê yên ku faşîzma netewedewletan bi awayê herî hovane û xwînrij tê sepandin, ne pêkan e ku tu pirsgirêkeke Rojhilata Navîn a ku modernîteya kapîtalîst û netewedewlet bûne sedem ji aliyê vê pergalê ve bê çareserkirin. Çareseriya ku netewedewlet dixwaze ew e ku yek ji gel, bawerî û çandên ku kiriye aliyên/eniyên cuda bê îmhakirin. Lewra tiştê ku ev sed sal in bi qetliyam û komkujiyan li ser gelên herî kevnar ên herêmê, Kurd, Filîstînî, Ermen, Suryan, Belûç û bawerî û çandên din tê ferzkirin jî ev e. Dema ku mirov li nexşeya Filîstîn û Îsraîlê binihêre, mirov bi hêsanî bigihîje vê encamê ku tekane rêya çareseriyê neteweya demokratîk, xweseriya demokratîk û konfederalîzma demokratîk a li ser bingeha Paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan a Demokratîk, Xwezaparêz û Azadîparêziya Jinê ye. Ji ber vê yekê, di serî de pirsgirêka Kurdistan û Filîstînê, tekane rêya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn ew e ku dev ji hişmendiya netewedewletê ya ku sed sal berê li ser înkar û îmhaya cudahiyan hatiye sêwirandin bê berdan û statukoya heyî bê rûxandin.

Di vê çarçoveyê de, konferansa me, bangî tevahiya aliyên demokratîk dike ku beşdarî têkoşîna me bibin û piştgiriyê bidin partiya me ya ku li hemberî hişmendiya netewedewleta yekparêz û înkarker a modernîteya kapîtalîst têkoşîna xwe mezin dike û mizgîna bihara azadiyê dide gelên li Rojhilata Navîn.

Pirsgirêka Kurdistanê ya ku di navbera çar netewedewletan de hatiye parvekirin, pirsgirêka statuya Kurdan a ji bo herêmê girîng e ye. Mirov nikare di nava sînorên netewedewletekê de bihêle û bi wî awayî binirxîne. Pirsgirêka Kurdistanê kilîla hişkgirêya Rojhilata Navîn e û di heman demê de çareserkirina wê tê wateya çareserkirina vê hişkgirêya ku alozî û qeyranan diafirîne. Xeta têkoşînê ya polîtîk, bîrdozî û bi pergal a ku gelê Kurd ê şoreşger bi dost û hevkarên xwe yên demokrat re bi pêş xistiye, bi taybetî ji bo gelên li Rojhilata Navîn, bi gelemperî jî ji bo tevahiya mirovahiyê veguheriye hêviya jiyana nû. Di serî de şoreşa jinê ya ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn pêk anî, jiyana hevpar a li ser bingeha wekheviya cudahiyan a di çarçoveya neteweya demokratîk de ya ku gelan, baweriyan û çandan bi Şoreşa Rojava destkeftiyên civakî, polîtîk û bîrdozî ava kir, hêzên modernîteya kapîtalîst aciz kir. Modernîteya kapîtalîst a ku di tevahiya dîrokê de êrîş birine ser pergalên alternatîf, bi erêkirin û çavlêgirtina hêzên hegemonîk, faşîzma AKP û MHP’yê bi dijminatiya Kurdan a ku wek sedema hebûna xwe dibîne, dest bi êrîşên dijwar ên li hemberî Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kiriye, Kurd ji cih û warên wan derxistine, bi darê zorê ew dane koçkirin, çete li van cih û waran bi cih kirine û tawanên şer ên ku guherîna demografîk a ku tawana