Dayikên Şemiyê tevî qedexeyê jî ber bi Galatasarayê ve dimeşin
Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, tevî hemû astengiyan jî di hefteya 962'yemîn a çalakiya xwe de ber bi Qada Galatasarayê ve dimeşin.

Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, tevî hemû astengiyan jî di hefteya 962'yemîn a çalakiya xwe de ber bi Qada Galatasarayê ve dimeşin.
Gelek kes tev li çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê bûn. Li ser biryara "qedexeyê" ya Qeymeqamtiya Beyogluyê gelek polîs dîsa hemû kuçeyên derdikevin qadê û Cadeya Îstîklalê girtin û derdorê dorpêç kirin.
Dayikên Şemiyê yên ku di destê wan de qerenfîl hebûn ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û astengkirin.


