DAIŞ’ê 8 polîsên Iraqê kuştin

Li gorî nûçeyeke ku Rojnews’ê derbas kiriye, di saetên serê sibehê de li gundê Sefreî yê bajarokê Riyazî yê Kerkûkê, dema derbasbûna wesayîta polîsên Iraqê mayînek teqiyaye.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Li gorî nûçeyeke ku Rojnews’ê derbas kiriye, di saetên serê sibehê de li gundê Sefreî yê bajarokê Riyazî yê Kerkûkê, dema derbasbûna wesayîta polîsên Iraqê mayînek teqiyaye. Di teqînê de 8 polîsên Iraqê jiyana xwe ji dest dane û du polîs jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku piştî teqînê di navbera çeteyên DAIŞ û polîsên Iraqê deşer derketiye û di şer de çeteyek DAIŞ’ê hatiye kuştin.

Piştî teqînê hêzên Iraqê gihîştin cihê bûyerê.