DAIŞ ji hêla Tirkiye û Sûriyeyê ve tê parastin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di 27’ê tebaxê de li ser daxwaza eşîr û xelkên ku li Dêrazorê dijîn, li dijî şaneyên DAIŞ’ê dest bi operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” kir.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di 27’ê tebaxê de li ser daxwaza eşîr û xelkên ku li Dêrazorê dijîn, li dijî şaneyên DAIŞ’ê dest bi operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” kir. Di vê operasyonê de gelek eşîrên ereban jî hevkariya şervanên HSD’ê kirin. Dema ku HSD’ê dest bi operasyonê kir dewleta tirk ket nav hewldanan ku vê operasyonê bi awayekî tund bide sekinandin. Lê tevî vê yekê jî operasyon bi serkeftî bi dawî bû û di operasyonê de gelek çete ji aliyê HSD’ê ve hatin girtin. Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî ku li herêmê mijarê ji nêz ve dişopîne, der barê operasyonê de axivî û nirxandin kirin.
Dilyar Cizîrî diyar kir ku şêniyên Dêrazorê û şêxeşîr li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyonek hevpar dan destpêkirin û wiha got: “Komek endamên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê bi serkêşiya kesê bi navê Ehmed Xibêl (Ebû Xewla) ku serokatiya Meclîsê dikir, yasayên herêmê bin pê dikirin. Van kesan destdirêjiyê li dijî mal û milkên welatiyên Dêrazorê dikirin. Di heman demê de destê xwe diavêtin nirxên civakê. Pêre jî qaçaxçî û bazirganiya madeyên hişbirê jî dikir. Bi hêzên hikûmeta Şamê û komên girêdayî wan hişbirê derbasî herêmê dikirin. Ev jî di bin sîwana nasname û rewabûna nasnameya xwe ya leşkerî de pêk dianîn. Şêxeşîr û rûspiyên Dêrazorê ji van kesan gelek bi gazinc bûn. Herî dawî ji Fermandariya HSD’ê xwestin li dijî wan helwest nîşan bidin û destê xwe ji ser wan rakin. Bi vê daxwazê re hêzên HSD’ê ketin tevgerê û kesê bi navê Ebû Xewla û koma girêdayî wî girtin. Di vir de hikûmeta Şamê, dewlet tirk, komên girêdayî Îran û heta destê Rûsya jî di planê de hebû. Wisa xuya dikir plan di çarçoveya planên civînên Astanayê de hemû xalên wê li ser dijberiya Rêveberiya Xweser pêk dihat.”
Piştgiriya şêxeşîran ji bo HSD’ê
Cizîrî da zanîn ku şaneyên DAIŞ’ê hewl didin careke din vê hovîtiya xwe dubare bikin. Cizîrî bi lêv kir ku dewleta tirk û hikûmeta Şamê ji bo bêaramiya herêmê di nava tevgerê de ne û ev tişt got: “Ebû Xewla yê bazirganê madeyênhişbirê dikir di nava lîstikên qirêj debû. Yên berê bi navê DAIŞ’ê êrîş pêk dianîn kirin endamên eşîrên herêmê. Çekdar û milîsên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî hikûmeta Şamê jî ji rojavayê çemê Firatê xistin dewrê. Piştî xistina dewrê di çend gundan de tevlihevî derxistin. Xwestin wiha mijarê wekî şerê kurd û ereban nîşan bidin. Armanc ew bû ku bi vî şerê heyî hemû herêmên Rêveberiya Xweser tevlihev bikin. Lê hejmarek mezin ji şêxeşîran piştgiriya xwe ya bi HSD’ê re nîşan dan. Şervanên HSD’ê yên ji eşîran li dijî planên şer kirin û di nava 13 rojan de herêm bi temamî ji çeteyan paqij kirin. Em dikarin bibêjin bêguman aramî di herêmê de serwer e. Çeteyên DAIŞ’ê yên berê êrîş li dijî şervanên HSD’ê û sivîlên herêmê pêk dianîn, wê hewl bidin careke din jî aramiya herêmê bin pê bikin. Lê vê carê wê êrîşan bi navê eşîrên herêmê pêk bînin. Di rastiyê de heman çeteyên DAIŞ û Dîfa El-Wetenî ne. Ji ber wê di nerîna min de wê dewleta tirk, hikûmeta Şamê û hêzên din dê ji bo binpêkirina aramiya her


