Dagirkeran li Efrînê 50 darên zeytûnê birîn

Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker "Feyleq El Şam" û koçberên ji bajarokê Merşorîn ê bajarê Idlibê 50 darên zeytûnê û bahîvê yên 2 şêniyên gundê Metîna yê...

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan
Dagirkeran li Efrînê 50 darên zeytûnê birîn

Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker "Feyleq El Şam" û koçberên ji bajarokê Merşorîn ê bajarê Idlibê 50 darên zeytûnê û bahîvê yên 2 şêniyên gundê Metîna yê bajarê Şera birîne.

Çavkaniyan navên her du şêniyan aşkera kirin ku Behrî Mihemed e û çeteyan 35 darên zeytûnê yên wî birîne, Mihemed Îsa jî çeteyan 11 darên zeytûnê û 4 darên bahîvê birîne.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrînê berdewam in. Dagirkerî dixwaze demografiya bajêr biguher.